شبكة لالش الاعلامية

Kesayetyên civakî yên Ba’edrê supasyen xelkê nawchedaryê di gehînne Şêx Şamo

Kesayetyên civakî yên Ba’edrê supasyen xelkê nawchedaryê di gehînne Şêx Şamo

Çinar Şemo \ LMN 

Komeka kesayetyên civakî û rewşenbîry li nawçedarya Ba’edrê û digel desteya rêveberya bingehê laliş tayê Ba’edrê , di seredanekê da bo bingehê laliş li duhokê , supasyên xo arsteyî berêz Şêx Şamo serokê desteya bilinda bingehî û endamê perlemanê kurdistanê kirin bo xizmeta pêşkeşî nawçedaryê di ket  .

Iro roja syê şembuyê 1\11\2016 komeka kesayetyên civakî û rewşenbîry li nawçeya Ba’edrê seredana bingehê laliş li duhokê kirin û ji alyê Şêx Şamo serokê bingehî ve hatin pêşwazî kirin , di pêşyê da kesayetyan supasyên xo arsteyî bingehî û şexsê serokê bingehî kirin , bo girngî pêdana wan bi nawçedaryê ji alyê rewşenbîry û civakî ve û rewşa nawçeyê û berdewam seruber kirina holên civakî jibo xizmeta xelkê Ba’edrê , amaje kirin ku her pêtvî û daxwazyeka wan hebit bingehî texsîry ji wan re ne kirye .

Ji alyekî din ve , bi drêjy gengeşe li ser rewş û pitir xizmetkirina xelkê nawçê hatye kirin herwisa ji alyê xweve Şêx Şamo soz da li gor pêçêbun û karina xizmeta xelkê xwe bike û got : xelkê Ba’edrê ji heji xizmeteka zêdetir, her çende hikumeta me di qeyranê deye û wekî dilê xwe me nikarye xizmetê bikeyin jî , belê sozê dideyin ya ji me bêt û em bikarin jêra bikin .

Kesayetyên Ba’edrê jî supasyên xo pêşkeşî serokê bingehê laliş kirin , bi taybet ku li jêr çavdêrya wî holên bîreweryan li ba’edrê berdewam di hêne sexbîr û serûber kirin .

14720403_1045922185505689_2714360347520586737_n 14633101_1045922188839022_4178756809711757818_n

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mesrûr Barzanî: Pêwîste dawî bi vê rewşa neasayî ya li Şingalê bê anîn

Lalish Duhok

Joe Biden bi Telefonê ligel Mesûd Barzanî Peyîvî

Lalish Duhok

Bingehê Laliş tayê Baedrê 80 jin xelatkirin

Lalish Duhok