February 08, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

PAK: Hikûmeta Kuristanê divê ji bo Kurdên Êzidî bernameyeke taybet dane

PAK: Hikûmeta Kuristanê divê ji bo Kurdên Êzidî bernameyeke taybet dane

Hewlêr (Rûdaw) Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di 7emîn salvegera Komkujiya Şingalê ya dijî Kurdên Êzidî de peyamek belav kir û tê d banga alîkariyê li parlamento û hikûmeta Kurdistanê kir. PAK dibêje: “Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê divê ji bo pêçana birîna Kurdên Êzidî bernameyeke taybet dane ber xwe.”

PAKê îro Pêncşema 3yê Tebaxa 2021ê di heftemîn salvegera êrişa DAIŞê bo ser Şingalê û bîranîna qurbaniyên komkujiya Kurdên Êzdî de peyamek belav kir û ragihand: “Em jenosîda Şingalê ya ku li ser Kurdên Êzidî pêk hatî ji bîr nakin, em qesasan rûreş dikin”

Di daxuyaniya xwe de PAKê bibîr xist kudi wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî mecbûr man cîh û warê xwe bihêlin, terk bikin û dibêje: “Birîna jenosîda Şingalê ya ku xwîşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne, birîneke kûr e û ya hemû Kurd û Kurdistaniyan e. Heta niha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destê DAIŞ a hov de ne, wendayî ne.”

PAKê destnîşan kir ku gta niha jî piranîya xelkê Şingalê ku mecbûr mane bajarê xwe terk bikin, nekarîne vegerin ser cih û warên xwe û ragihand: “Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê divê ji bo pêçana birîna xwîşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybet daynin ber xwe û bi cîh bînin.”

PAKê herwiha banga Neteweyên Yekbûyî dike ku jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî qebûl bike.

Di hemann demê de PAKê ew komkujî şermezar kir û ragihand: “Di heftemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de,em DAIŞ ê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin. Em di heftêmîn salvegera jenosîda Şingalê de, hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bibîr tînin; em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî ne”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi