شبكة لالش الاعلامية

Şêx Şamo berdewame li ser gehandina derd û daxwazyên kurdên Êzidî bo cîhana derve .

Şêx Şamo berdewame li ser gehandina derd û daxwazyên kurdên Êzidî bo cîhana derve .

Tora laliş ya ragehandinê \ Hawlêr

Şêx Şamo nûnerê kurdên Êzidî li perlemanê Kurdistanê , derd û daxwazî û perîşanî û karesata bi serê Êzidyan hatî li devera Şingalê , bi gotin û raportên nivîsandî gehandine şandekî wellatê Çîk.

roja pênc şembuyê 3\11\2016 , şandekî bilind yê wellatê Çîk seredana perlemanê kurdistanê kir û ji alyê berêz (Cehfer Êmînkî) cêgirê serokê perlemanê Kurdistanê û komeka endam û rawêjkarên perlemantoyê Kurdistanê hatine pêşwazî kirin , şandê navbirî pêkhatbû ji (Can Bartoşîk) cêgirê serokê perlemanê komara Çîk û xatun (Cana Şernoçova) endama perlemantoya Çîk û (Can Vejîtal) balîozê wellatê Çîk li Îraqê û xatun (Êva Derdekova) qunsila giştî ya wellatê Çîk li Herema Kurdistanê û (Carosilav Rîf) cêgirê qunsilê giştî yê Çîk li Hewlêr.

Di hevdîtinê de ku Şêx Şamo nûnerê kurdên Êzidî amadebu , ronkirin û derd û daxwazî û perîşanya Kurdên Êzidî û karesata bi serê xelkê me li devera Şingalê û zerer û zîan û zordarya li ser destê DASH ya tîrorst di van herdû salên derbazbuy de hatî , bi gotin û raporên nivêsandî gehandine Şandê mêvan , herwisa Şêx Şamo (delîl) rêberê bingehê laliş pêşkeşî şandê mêvan kir, ku pitr felsefa ola ezidyatyê nas bikin .

Paş nunerê kurdên Êzidî bi hazir buna cêgirê serokê perleman , cêgirê serokê perlemanê Çîk wek serokê şandî bi aramê laliş xelat kir û di xelatkirinê de got : eve nîşaneke pîroze di Êzidyatyê de û me vîya pêşkeşî we bikin wek rêzgirtin bo we harîkarya welatê we jibo Kurdistanê pêşkeşkirî û em Êzidî jî di nav da, dîsan jiboku hun li welatê xwe hewldanên cidî bikin , bo zêdetir harîkar kirina me heta jyana xelkê me yê zerer pê keftî baştir bibe .

14900414_1049091981855376_7397505007748008583_n 14915372_1049092008522040_7602137905188143945_n 14947611_1049091975188710_3062220033569867425_n

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Êzdî daxwaz ji PKKê dikin Şingalê bi cîh bihêle

Lalish Duhok

Serokwezîrê Iraqê pesnê hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo lihevkirinê da

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî pêşwazî li wezîrê dad ê Lubnanê kir

Lalish Duhok