شبكة لالش الاعلامية

Fermana girtina hevserokên HDPê û 3 parlamenterên wê partiyê hat dayîn

Fermana girtina hevserokên HDPê û 3 parlamenterên wê partiyê hat dayîn

Fermana girtina hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag hat dayîn.

Dadgeha Amedê derheqê hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag û 3 parlamenterên wê partiyê de fermana girtinê da, 3 parlamenterên HDPê jî bi şertê ku di bin çavdêriyê de bin, hatin berdan.

Şeva borî hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag û 9 parlamenterên wê partiyê hatibûn desteserkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê derheqê girtina wan de gotibû, hevserok û parlamenterên HDPê beriya niha bo îfadeyê hatibûn gazîkirin lê neçûbûn, ji ber wê jî me biryar da wan bi darê zorê bibin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hêvî dikim rayedar û parlementerên hukumeta Almaniya federal jenosîda li Êzdiyan hatiye kirin nasbikin û pêşniyariya min* bêye pejirandin.

Lalish Duhok

Kazemî bi boneya Cejna Cemayê li Êzidiyan pîroz kir

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Bin Raşîd El Mektûm civiyan

Lalish Duhok