شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hat Hewlêrê

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hat Hewlêrê.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îşev bi helikoptereke serbazî ligel şandekê leşkerî gihîşt Hewlêrê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî li Firokxaneya Nawdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya Heyder Ebadî kir.

Peyamnerî Rûdawê Hevîdar Ehmed li firokxenya Hewlêrê got ku piştî  Ebadî serdana hêzên Îraqê li Bertikeyê kir û li gel fermandeyên leşkirî civaya bi sê helîkopterên serbazî  hat Hewlêrê.

Peyamnêrê me diyar kir ku mijara sereke ya hevdîtinên Ebadî dê operasyona rizgarkirina Mûsilê be.

Serdana Serokwezîrê Iraqê û fermandeyê hêzên çekdarên Iraqê di demekê de ye îro bi serdanekê gehîşte nahiya Bertileyê ji bo ku ji nêzîk ve haydarî rewş û pêşdaçûnên hêzên ewlehiyê di operasyona Mûsilê de bibe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Ayhan Demir : Çend mal helbesta doxtor

Lalish Duhok

Projeyeka stratejîk li Zaxoyê dê çûnûhatina welatiyan hêsantir bike

Lalish Duhok

Donald Trump kîye û çawa gihişt koşka Spî­?

Lalish Duhok