شبكة لالش الاعلامية

Ji bo Demirtaş û Yuksekdagê 225 sal cezayê girtîgehê hat xwastin

Ji bo Demirtaş û Yuksekdagê 225 sal cezayê girtîgehê hat xwastin

Rûdaw

Derheqê her du hevserokên HDPê de îdianame hat amadekirin û li gorî wê îdianameyê ji bo Selahattîn Demîrtaş 142 sal û ji bo Fîgen Yuksekdag jî 83 sal cezayê girtîgeh hate xwestin.

Li ser lêpirsîna di derheqê Hevserokên Partiya Demokratîka gelan (HDP)  Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de, îdianame hate amadekirin.

Di îdianameyê de ji bo Selahattîn Demîrtaş 142 sal û ji bo Fîgen Yuksekdag jî 83 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Demîrtaş di îdianameyê de wekî rêvebirê PKK/KCKê tê destnîşankirin û tê gotin ku wekî `berpirsyarê sereke yê qada siyasetê` xebatên xwe birêve dibe û ji rêvebirên KCDê ye.

Herwiha tê îdiakirin ku Demîrtaş di hin axavtinên xwe de pesna terorê daye û propagandaya rêxistinê kiriye.

Di îdianameya Fîgen Yuksekdag de jî; ji ber liv û tevgerên wê yên di nava KCDê de, wê wekî rêvebireke rêxistinan terorê bi nav dikin. Hin axaftinên wê jî wekî propagandaya PKKê qebûl dikin û dixwazin ji 30 salan heta 83 salan were cezakirin.

Demirtaş û Yuksekdag di operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de, şeva 4ê Mijdara 2016ê hatibûn desteserkirin û heman rojê dadgeha Amedê biryara girtina wan dabû.

Di heman operasyonê, de ji bilî Hevserokên HDPê, 10 parlamenterên din ên HDPê jî hatibûn desteserkirin.

Hikûmeta Tirkiyê ragihandibû, ji ber ku Demirtaş û Yuksekdag û parlamenterên din ên HDPê amade nebûne, li pêşberî dadgehê amade bin, dadgehê jî biryara desteserkirina wan bi zorê daye, lewma ew ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.

Parlamentoya Tirkiyê pêştir parêzbendiya çend parlamenterên HDPê rakiribû, da ku pêşî li ber darizandina wan veke.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

PDK û YNKê li ser bilezkirina pêgavên yasayî û siyasî ji bo encamdana hilbijartinan lihev dikin

Lalish Duhok

Andamên lijna danana reşnvîsa navxweyî yê civata bilinda êzidîyan hatin raqehandin

Lalish Duhok

Îro 76.mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ye

Lalish Duhok