شبكة لالش الاعلامية

Mehma Xelîl: Vekêşana PKKê li Şingalê, di berjewendiya xelkê deverê de ye

Mehma Xelîl: Vekêşana PKKê li Şingalê, di berjewendiya xelkê deverê de ye

BasNews  

Qaymeqamê Şigalê behsa vekêşana hêzên PKKê li çiyayê Şingalê de kir û got ku pêwîste PKKe hêzên xwe li deverê de bikêşe ji ber ku bejewendiya xelkê Şingalê wiha dixwaze.

Qaymeqamê Şingalê, Mehma Xelîl di daxuyaniyekê de ji bo BasNewsê ragehand ku:”Vekêşana hêza çekdar a PKKê li Şingalê de biryareke yasyayî ya hikûmeta Iraqê ye û pêwîste PKKê di demeke kin de wê biryarê pêk bînin û hêzên xwe vekêşine.”

Wî berpirsî got ku:”Vekêşana hêzên çekdar yên PKKê li bejewendiyên xelkê Şingalê de ye çimkî li gor wan wa başe ku PKKe û aliyên din yê siyasî rêzê li yek û du bigirin û hemû girîngiyê bi parastina rewşa Kurdistanê bidin û rê li ber planên dijminan bigirin.”

Qaymeqamê Şingalê ev yeke jî got ku xelkê Şingalê dixwaze ku pêşmerge parastina Şingalê bike ji ber ku Pêşmerge wek  hêzeke pehlewan li cîhanê tê nasîn.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Bingehê Laliş helbestvan û stranbêjê klîpa “Ola Resen” xelatkirin

Lalish Duhok

ŞINGAL – 10 roj muhlet dan PKKê û hêzên din; Ji herêmê derkevin!

Lalish Duhok

Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê serdana perestgeha Lalişê kir

Lalish Duhok