شبكة لالش الاعلامية

Kurê Talebanî: Ez dixwazim cihê bavê xwe bigirim

Kurê Talebanî: Ez dixwazim cihê bavê xwe bigirim

 BasNews

 

Hat zanîn ku kurê Celal Talebanî yê bi navê Pavêl Talebanî gotiye ku ew dixwaze cihê bavê xwe bigire û bo wê jî daxwaza alîkariyê ji cîgirê Talebanî, Kosret Resûl Elî kiriye.

 

Çavkaniyekî taybet ji BasNewsê re got, kurê Talebanî yê biçûk Pavêl Talebanî, ku beriya niha gotibû “ez dixwazim cihê bavê xwe bigirim” daxwaza alîkariyê ji cîgirê Talebanî, Kosret Resûl Elî kiriye.

 

 

Li gorî agahiyên wî jêderî, Pavêl Talebanî ev demek e dest bi bihêzkirina pêgeha xwe di nav YNKê de kiriye û dixwaze li dû bavê xwe, bibe sekreterê giştî yê YNKê.

 

 

Çend roj berê, hevjîna Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed û Pavêlê kurê xwe bi cîgirê Talebanî, Kosret Resûl Elî û Rêbazê kurê Kosret re hevdîtin kiribûn.

 

 

Du kurên sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî hen: Qubad Talebanî û Pavêl Talebanî. Qubad Talebanî cîgirê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Salnamaya Laliş 2022 hate derêxstin

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Karûbarê Derve yê Almanyayê civiya

Lalish Duhok

Çopî ji hevjînê xwe dûr ketiye

Lalish Duhok