شبكة لالش الاعلامية

Hikûmeta Kurdistanê: Hêzên Tirkiyê bi rizamendiya Iraqê li nêzîkî Mûsilê bicîh bûne

Hikûmeta Kurdistanê: Hêzên Tirkiyê bi rizamendiya Iraqê li nêzîkî Mûsilê bicîh bûne

Çavkanî :Basnews

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, hêzên Tirkiyê bi rizamendiya hikûmeta Iraqê li nêzîkî Mûsilê bicîh bûne.

 

Piştî ku kirîza navbera Iraq û Tirkiyê ya derheqê hebûna hêzên Tirkiyê li nêzîkî Mûsilê kûr bû, berdevkê Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek da.

 

Sefîn Dizeyî, di daxuyaniyê de, ku li ser malpera fermî ya hikûmetê hatiye belavkirin, ragihandiye ku piştî ku DAIŞê êrişî Herêma Kurdistanê û Iraqê kir, welatên hevpeyman û gelek welatên din alîkariyên serbazî dan Kurdistan û Iraqê.

 

Dizeyî daye zanîn ku di çarçoveya wan alîkariyan de û bi rizamendiya wezîrê wê demê yê berevaniya Iraqê û hikûmeta Iraqê, du navendên serbazî û perwerdekirinê li deverên Duberdan û Başîqê yên Mûsilê hatin vekirin. Di wan navendan de polîsên iraqî û hêzên xwebexş ên parêzgeha Mûsilê tên perwerdekirin.

 

Li gorî daxuyaniya berdevkê hikûmetê, di vekirina wan navendan de Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hêsankarî kiriye.

 

Sefîn Dizeyî di dawiyê de gotiye, wezîrê wê demê yê berevaniya Iraqê serdana wan navendan jî kiribû. Ji vê yekê zêdetir êdî ne haya Serokatiya Herêma Kurdistanê ji tiştekî heye ne jî haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaza qerebûkirina qurbaniyên Enfalê dike

Lalish Duhok

Zarokekî Kurdê Êzidî hate rizgarkirin

Lalish Duhok

Berêz”Şêx Şamo” pîrozbahyê‌ li brîkarê‌ nû yê‌ Wezareta Pêşmergey dike

Lalish Duhok