شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîrê Tirkiyê: Em venakişin ji Iraqê!

 Serokwezîrê Tirkiyê: Em venakişin ji Iraqê!

Çavkanî :Rûdaw

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand ku dê leşkerên wan ên li herêma Başîqa ya Mûsilê venekişin.

Bînalî Yildirim di 9emîn civîna Şûraya Bazirganî û Pişesaziy Tirkiyê de axivî û behsa leşkerên li Başîqayê kir.

Yildirim got, “Hikûmeta Iraqê çi dibêje bila bêje, ji bo tekoşîna li dijî DAIŞê, ji bo demografiya herêmê bi zorê neyê guhertin, dê leşkerên Tirkiyê li wê derê bimînin.”

Serokwezîrê Tirkiyê nerazîbûna xwe li hember biryara Parlamentoya Iraqê jî anî ziman û wiha axivî:

“Li gel Iraqê 350 kîlometre sînorê me heye. Ev 30-35 sal in PKK ji van sînoran tê û serê welatê me dêşîne. Heta niha rêveberiya navendî ya Iraqê derbarê vê yekê de ti tedbîrek nestandiye. Nija ji bo tekoşîna li dijî DAIŞê 63 welat di nava axa Iraqê de ne. Dest ji wan hemûyan berdane behsa hebûna Tirkiyê dikin. Ev yek ne rast e û ne niyetek rast e.”

Bînalî Yildirim diyar kir ku leşkerên wan ji bo zêdetir xwîn nerije li Iraqê ne û mafê hikûmetê jî nîne ku ji wan bipirse ka ji bo çi nakişin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serok Barzanî sersaxî da malbata Yûrî Nebiyêv

Lalish Duhok

Bingehê laliş pişkdarî di pêşangeheke geştyarî ya nêvdewletî li Duhokê da kir

Lalish Duhok

Konê Reş: Ma çend nivîskarên kurd wek Firat Cewerî di nav me de hene?

Lalish Duhok