شبكة لالش الاعلامية

Barzanî li Davosê: Dest ji serxwebûnê bernadin

Barzanî li Davosê: Dest ji serxwebûnê bernadin

K24

 

Serokê Herêma Kurdistanê li çarçova Korbenda Aboriya Cîhanê li Davosê ji rojnamevanan re ragihand, sala 2016an sala serkeftinê bû û derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî tekez kir, bi ti awayekî dest ji proseya serxwebûnê bernadin.

 

Barzanî amaje bi helwesta serkirdeyên cîhanê kir û ragihand, ew bi rêz li xebata Kurd dinêrin û welatên cîhanê amade ne hevkariya gelê Kurd bikin.

Derbarê şerê DAIŞê û operasyona kontrolkirina Mûsilê de Barzanî ragihand, têkşikandina SAIŞê li Mûsilê nayê wateya jinavbirina yaecarî ya DAIŞê û şerê li dijî terorê dirêj e.

Serokê Herêma Kurdistanê li Davosê ragihand jî, li ser serxwebûna Kurdistanê bi Bexdayê re guftûgo kirine. Barzanî got: “Dibe Bexdayê du cîranên baş bin” herwiha amaje bi wê jî kir, ku nikarin demekê bo serxwebûnê diyar bikin.

Barzanî derbarê pêwendî û hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand, hevahengî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, zêdetir di warê leşkerî de ye.

Barzanî li ser çarenivîsa pêvajoya aştiyê li Tirkiyê ragihand, heta niha dema destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê nehatiye. Tekezî li wê yekê jî kir, ew her hewlekê bo destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê didin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Duhok – Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dêrelokê xîmê nexweşxaneyekê danî

Lalish Duhok

Runshtineke vekirî li baregayê desteya cînosaîdê li Duhokê bi rêve çow

Lalish Duhok

HezKurd: Pêwîstî bi 200 mamosteyên Kurdî heye

Lalish Duhok