شبكة لالش الاعلامية

Hilbijartîyê Kurdistanê dê pişikdarîyê di hilbijartinên herêman li Awropayê da bikin

Hilbijartîyê Kurdistanê dê pişikdarîyê di hilbijartinên herêman li Awropayê da bikin

Waar Media

Serokê Yekîtîya futbola Kurdistanê di kombûna rêxistina Konîfa ya herêmanda li Swisra pişikdarbû, û careka din bawerî pê hate dan,  weku endamê nivîsîngeha tenfîzîya Konîfayê zêdebarî serokê lijneya Asya ya rêxistinê bimîne.

Sefîn Kanebî di daxuyanîyên taybet bo saytê Yekîtîya futbola Kurdistanê ragîhand, di sala 2017ê da dû qaremanîyên Konîfayê li ser astê hilbijartîyan dê bên rêxistin, ya yekê dê ya taybet be bi hilbijartîyên herêman li Awropa, ku dê li xezîrana bê li welatê Qopris birêve biçe û hilbijartîyê Kurdistanê jî ya  daxazkirîye bo pişikdarîyê divê qaremanîyê da,  û ya duwê dê li ser astê hilbijartîyên keçan li welatê Romanya be, zêdetir serokê Yekîtîya futbola Kurdistanê aşkere dike, ku qaremanîya Konîfayê ya sala 2018 dê li yek ji welatên Brîtanya û Rusya û Qeter bê rêxistin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Kûpaya Kendavê bi lîstika di navbera Iraq û Omanê de dest pê dike

Lalish Duhok

Messi bi çavên tijî hêsir malavayî li Barcelonayê kir

Lalish Duhok

FIFA 2018 – Arjantîn û Îzlanda 1–1 wekhev man

Lalish Duhok