شبكة لالش الاعلامية

Hikûmeta herêma Kurdistanê raporta Human Rights Watch ret kir

Hikûmeta herêma Kurdistanê raporta Human Rights Watch ret kir

Hikûmeta herêma Kurdistanê, raporteka rêxistina Human Rights Watch, li dor desteser kirin û îşkencedana zarokan, ret kir.

Lijneya helsengandin û bersivdana raportên Navdewletî ya hikûmeta herêmê dîyar kirîye, li herêmê çi kes bê biryara dadgehê, nayêne desteser kirin û her her bergomanekê ji alîyê hêzên êmnahîyê ve tên desteser kirin, piştî 24 saetan ji lêkolînê, êdî bi biryara dadgehê serederî digel da tê kirin.

Daye zanîn jî ku digel wergirtina awareyên Mûsilê heta niha, asayîş û lijneyên êmnahî yên herêmê, nêzîkî du hezar kesan li kempan desteser kirine ku bi belge dîyarbûye, hezar û pênsed ji wan, terorîst û alîgirên Daişê bûne û nîşangirên terorîstan jî digel dabûne.

Ev di demekî daye ku rêxistina Human Rights Watch, raportek belav kirîye û têda amaje kirîye, hêzên êmnahîya herêmê, bi behaneya endambûnê di rêzên Daişê da, hejmareyeka zarokan desteser kirine û paşî îşkence daine.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li ber tunela Zaxoyê bûyera trafîkê: 1 mirî û 29 birîndar hene

Lalish Duhok

Bingehê‌ laliş pîrozbahî li 83 salya parta Şuyî ya Kurdistanê‌ kir

Lalish Duhok

Salvegera damezrandina Bingehê‌ Laliş bi çendîn çalakyan dê‌ were saxkirin

Lalish Duhok