Bingehê Laliş : hoşdaryê dideyne her kesê bazrganyê bi kêşa Êzidyan biket û xelkê me beref şerekê tayfgerî bibet
Piştî karesata şingal li 3 tebaxa 2014 rûday me weku bingehê laliş sererayî wê perîşanya me hemuwan dîtî me hemû şyanên xo mezaxtin pêxemet harîkarya xelkê xo yê aware bikeyn jiher kinarekî û derencamda me karî palpiştyeka fermî bi destve bînin çi ji alyê harîkaryan çi jî ji alyê lucstî ve ji bal hikumeta herêma kurdistanê ، bi taybet jî li vê dawyê dezgayên me yên peywendîdar li herêmê karî dezgayên Aynê îslamê li welatê Ordin û komara Misrê qayl bikin ku kiryarên da’ş hember êzidyan kirîn şermezar bikin û armancên wan binbirbkin، û em wek bingehê laliş karê van dezgehan bilnd dinrxînin ku dixzmeta hemû pêkhatên gelê kurdstanê dabû bi taybet kurdên êzidî.
me dvêt em dyarbkeyn ku her cara şandekê fermî ji cvata rohanya êzidyan seredana her merceîeteka suneyan yan şîeyan bikt çi li navxo çi jî jiderve bo hindê bikarin pştevanyekê peydaken ku kryarên da’ş şermezar bikin û fişarê bêxne ser wan merceîetan ku ftwayan dijî da’ş derbêxn û xelkê me j tîrorstan piştrast bikin bi hemû şyan em pştevann ،lê heger çar kes yarya bi pêşeroja êzidyan bikin pêxemet berjewendyên xo yên syasî û seredana komara îranê bikin û hevdîtnan li gel mezine berprsên wan bikin û dyarbikin ku ew nûnerên êzidyane ev çende naêtee qebûlkirin û nabt kurê oldarekî mezin yê êzdyan bi navê babê xo paxvt û nûneratya wî bikit ev çend li nav civaka êzidyan bxo jî naête qebûlkirin.
çi wesa kir ku ev şande kom bibet ku dencamda hindek dinava vî şandî dane baweryê bi kurdyatya êzidyan naînn، gelo kanê ewê bi kotaya êzidyan 13 hezar dengên êzidyan brîn û eve dû sal derbazbûn ne dinava xelkê xoda.. çi bo wan krye yên dengên xo daynê?û ew kî bûn dengê xo daynê? bê goman eu çi jivçarenvîsê wan jî nizant، çinku eve dû sale dibexdayê da yî veşartî paşan çawa çêtbit hevpeymanyê li gel şufînyên sine yên berê bikt û hevpeymanyê şîayê noke bit ،erê eve berjewendên kesokî û madî nînn?herwesa nabit ku kesekî yasayî ku pesenda wî hatbte krin jibal civata rohanya êzidyan û ji bal kesekî serkirde di partî dîmukratî kurdstan da pêxemet damezrandna wî li wezareta derve ya êraqê ku bêjt ez nûneratya wezareta navbrî û civaka êzdyan dkem،herdîsan nabt kesekî ta noke doseya wî ya gendelyê li rêveberya destpakyêَ bt ku dencamda gujmekê mezin yî dravî bi navê pêkînana heşda şe’bî li şngalê wergrt bit û xo bi hejmêrt nûnerê êzdyan.
herwesa çawa çêdbit ku kesek nûneratya parteka dervey snurên êraqê bikit û bvêt ghorîna dcugrafyeta êzidyan da bikt û kantona çêkt û navmalya êzidyan cuda bkt nûneratya êzdyan bkt?evên xelkê me bi druşman dxapandn rastyên wan dyarbûn piştî jinavçona da’ş çinku dyarbû ew nehatîne êzidyan qurtal bikin belku hatîne êzidyan jihevv cuda bikin û şingal bi kene kanton lewra noke asê mayne û dyardikin ku heger ew vegern dê ter û hişk pêkvee şewtînn.hngî gelo kî dê baca mezn det ji bilî cvaka me ya êzidyan.evên ku ev şande bi hevra komkrîn bitnê berjewendya kesayetye û merem jê komkirna diravî û bazrganîkrne bi rewşa perîşana xelkê me.
baş ye xuyaye bo hemûyan ku evên çuuyne Tehran divên êzidyan bi xapînn û beref şerekê tayfgerî û mezhebî biben ، erê ka rolê heşda şe’bî l qeza şngal? em hemû dzann kê şngal azadkru kî noke dibparêzt? û çi hebûna heşda şe’bî li wêder nîne û nabt bmînn jî bê ku rêkeftneka syasî hebt dinavbera hewlêr û bexda da.
çavdêrên syasî baş dzann kî egerê peydakrna alozyaye li şingal? lewa nabt ew kesê li alozî û fitneyan bigert bibte fakterê berqrarbûnê،çinku ew bixo li ser qeyranan djît.û ev çende bxo li bal van kesan xoyan dibt evên ku ev şande pêkînayî yên ku dvên armancên xo yên kesokî bi destve bînn pêxemet peydakrna gujmekê dravî bê ku hizr drastya êş û janên vî xelkî û pêşeroja wan da bikin em hemû dizann kê şingal azadkir û kê qurbanî dan em rêzê li her kesê qurbanî dayn digrin، dîsan xuyaye eve dûsal û nîv derbazbûn kê hembêza vî َxelkê me kir û harîkarî pêşkêşî wan kirin.
em dibînn ku pêşeroja êzidyan bi taybet li şingal xelkê wê bixo dê xudan biryar bin bi rêya raprsîneka rasteqîne û evê yekê cenabê serok barzanî jî gelek caran dakokî lê krye û em bixo jî piştgîrya cenabê wî dikin bo vê yekî çinku çi layenên syasî ne yên hizbî nejî mîlîşyatan maf nîne bryarê jibal xelkê deverê biden.
li dawyê jî em piştevanya helwstê mîr tehsîn beg û semaheta baba şêx dikeyn sebaret heluystê wan yê aşkra hember vî şandî ku xo kirye nûnerê êzdyan ، lê drastî da ew bitnê nûneratya xo dikn ، û çend dezgayên Bexdayê û Tehran xapandî ne pêxemet bi destveînana hindek berjewendyan li ser kîstê rewşa perîşana xelkê me û êş û janên wan.
Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî
Duhok 26\1\2017
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî