Trump biryara operasyona leşkerî da
Rudaw
Serokê Amerîkayê Donald Turmp biryara pêkanîna operasyona leşkerî li welatê Yemenê derxist.
Çavkaniyekî leşkerî yê Amerîkayê ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar daye, ku Artêşa Amerîka li Yemenê operasyonên leşkerî li dijî rêxistina Elqaîdeyê pêk bîne.
Li gorî vî çavkaniyê, bi biryara Trump, Artêşa Amerîka dê hêzeke taybet bişîne Yemenê, da ku operasyonên leşkerî li dijî Elqaîdeyê pêk bîne.
Heman çavkaniyê leşkerî yê amerîkî aşkere kir, di demek nêzîk de ew dê êrişên emsanî bo ser binke û baregehên çekdarên Elqaîdeyê yên li Yemenê dest pê bikin.
Di nûçeya The New York Timesê de hatiye, ku Artêşa Amerîkayê ragihandiye, nîveçeva bihorî, şerekî dijwar di navbera komandoyên Amerîkayê û çekdarên Elqaîdeyê de li parêzgeha Elbeyza ya Yemenê derket û di encamê de komandoyekî amerîkî hat kuştin û 3 komadnoyên din birîndar bûn.
Li gorî wan zanyariyan, komandoyên hêza deryayî ya Amerîkayê ya ji Tîma 6 a SEAL Navy, nîveçeva bihorî êrişeke ji nişka ve birine ser binkeyeke terorîstan li parêzgeha Elbeyza ya li navenda Yemenê.
Berpirsekî pilebilind ê amerîkî ragihandiye, cihê ku êriş li dijî wê hatiye kirin, baregeheke şaxeya Elqaîdeyê li Yemenê bûye û ji ber giringiya wî cihî, operasyona bejayî hatiye encamdan.
Herwiha Fermandeyê Serkirdatiya Navendî ya Pentagonê (CENTCOM), General. Joseph Votel di daxuyaniyekê de ragihandiye, ew ji bo ji dest dana yek ji endamên bijarde yên xwe hest bi xemgîniyeke kûr dikin û da xuyakirin, ku wan di têkoşîna dijî terorê de, qurbanî zêde dane.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Artêşa Amerîkayê firokeya ji curê ‘MV-22 Osprey’ ji bo rizgarkirina her du komandoyên birîndar bo deverê birê kir, lê belê ji ber ku di pevçûnan de zirar dît û nekarî bifire, di êrişeke esmanî de bi qestî ji aliyê artêşê ve hat jinavbirin.
Artêşa Amerîkayê destnîşan kiriye, ku di êrişên esmanî yên firokeyên wî welatî yên li Yemenê de, 14 çekdarên Elqaîdeyê hatine kuştin.
Berpirsê pilebilind ê amrîkî aşkere jî kiriye, ku li gorî zanyariyên ji deverê, di encama êrişên esmanî de welatiyên sivîl ên Yemenê jî hatine kuştin.
Ev yekemîn operasyona leşkerî ya Amerîkayê li derveyî welat, piştî wergirtina kursiyê serokatiya Amerîkayê ji aliyê Donald Trump ve ye.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî