شبكة لالش الاعلامية

Alîkarîyên xwarinê yên awareyan hat kêmkirin

Alîkarîyên xwarinê yên awareyan hat kêmkirin

Programê xwarinê yê Neteweyên Yekgirtî “WFP” pişka alîkarîyên xwe yên xwarinê bo milyonek û çarsed hezar awareyan li îraqê kêm kir.

Înger Marî Vênîz, serokê peywendîyên derve yê programê xwarinê yê Neteweyên Yekgirtî da dîyar kirin: ji ber kêmîya pareyê pêdvî ew neçar bûne alîkarîya xwarinê ya milyonek û çarsed hezar awareyan li Îraqê kêm bikin.

Vênîzî ragîhand jî: bo nîva yekê ya sala 2017ê ew pêdvî sed milyon dolaran bûn, lê ew kujme bo nehatîye dabîn kirin, lewra wan ev gav avêt.

Navhatî aşkere kir jî ku ew biryare awareyên ji nû ji deverên şer revîyane, nagire, lê nîvê pişka ahên xwarinê ji wan awareyên di kempan ve dijîn hatîye birîn..

Aware alîkarîyan ji hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê û çendîn rêxistinan werdigirin, lê programê xwarinê yê Neteweyên Yekgirtî giringtirîn jêderê pêşkêşkerê aîkarîyên xwarinê ye bo awareyan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Gringîya(Kum û Xerqe) di ola Êzidiyan da hate behiskirin

Lalish Duhok

Nadiya Murad: Destdirêjiya seksî di şeran de weke çek tê bikaranîn

Lalish Duhok

li roja cîhanya jinê li 8 adarê: azadî bo keç û jinên Êzidîyan

Lalish Duhok