شبكة لالش الاعلامية

ŞINGAL – 10 gorên bikom hatine vedîtin

ŞINGAL – 10 gorên bikom hatine vedîtin

Rûdaw

Li komalgehên Sîba Şêx Xidir, Koço û Girêzirgisê ya başûrê Şingalê, ku ev herêm di nav hefteya derbasbûyî de ji aliyê Heşda Şeibî ve hate kontrolkirin, 10 gorên bi kom ên kurdên êzidî hatine dîtin.

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê Tehsîn Qasim ragihand: “Hêzên Heşda Şeibî li Komalgeha Sîba Şêx Xidir 3, li Komalgeha Girêzigisê 2 û li gundê Koço jî 5 gorên bi kom ên kurdên êzidî dîtine.”

Roja 12ê Gulana 2017ê Desteya Bilind a Heşda Şeibî ragihand ku hêzên wan di bin navê Operasyona Mihemmed Resûllaha” de, dest bi operasyona kontrolkirina bajarokê Qeyrewan û gundên wî dest pê kiriye.

Qeyrewan dikeve rojavayê bajarê Mûsilê, ku 13 gund êu komalgehên kurdên êzidî li vê herêmê ne.

Gundê Koço 18 kîlometreyan ji navenda Şingalê dûr e. Beriya êrîşa DAIŞê ya Tebaxa 2014ê, nêzîkî 4 hezar kes di vî gundi de dijiyan ku piraniya wan jî kurdên êzidî bûn.

Li gorî agahiyan çekdarên DAIŞê tenê li gundê Koço 300 kes di carekê de şehîd kiribûn û gelek kes jî dîl girtibûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyoz û nûnerên çend welatên cuda kir

Lalish Duhok

Cêgirê Serokê Bingehê Laliş pertokek  pêşkêşî Konsilê Rûsya kir

Lalish Duhok

Penaberên Iraqê bi rêya balyozxaneya Moskowê ve dê bên vegerandin

Lalish Duhok