شبكة لالش الاعلامية

Fermandeyekî Pêşmerge: Kurdên ku li dijî referandomê ne bila ji mala xwe dernekevin

Fermandeyekî Pêşmerge: Kurdên ku li dijî referandomê ne bila ji mala xwe dernekevin

BasNews 

Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, hinek pêşmerge beriya ku şehîd bibin, digotin ku heta serxwebûna Kurdistanê nebînin çeperên şer bernadin.

Fermandeyê Pêşmerge Qadir Qadir ji BasNewsê re got, di şerê DAIŞê de gelek pêşmerge, çi pêşmergeyên fermî çi jî yên xwebexş, şehîd bûn. Hinek ji wan pêşmergeyan digotin ku heta Kurdistan nebe dewleteka serbixwe, venagerin malên xwe.

Qadir Qadir her wiha got, hinek pêşmerge dema zanîn ku roja referandoma serxwebûna Kurdistanê hatiye diyarkirin, ji ber kêfxweçiyê giryan.

Wî fermandeyê Pêşmerge behsa wan kesan jî kir yên ku li dijî referandomê ne û got, bi rastî tiştekî sosret e ku hinek kes li dijî referandomê ne. Ma qet dibe zimanê yekê kurdî be û li dijî referandomê be. Ewên ku li dijî referandomê ne bila ji mala xwe dernekevin!

Li gorî wî fermandeyê Pêşmerge, yên ku li dijî referandomê ne dixwazin Pêşmerge cardin bikeve bin lepê artêşa Iraqê û ew xwîna ku Pêşmerge di şerê bihêztirîn rêxistina terorîstî rijandiye, heder biçe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Lêkolînvanê Aborî: Pirsgirêka Bexdayê li gel şandina nefta Herêma Kurdistanê ya bi rêya bendera Ceyhanê ve tine

Lalish Duhok

Heftemîn Festîvala Çîroka Kurdî li Qamişlo destpê dike

Lalish Duhok

Desteyeka nû bo Bingehê Laliş Tayê Şarya hate helbijartin.

Lalish Duhok