شبكة لالش الاعلامية

Barzanî: Êdî dem bo paşxistina referandumê dereng e, ez xwe şermezarê millet nakim!

Barzanî: Êdî dem bo paşxistina referandumê dereng e, ez xwe şermezarê millet nakim!

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, referandum nayê paşxistin û ew ji bo gotûbêjên bi Bexda û civaka navdewletî re amade ne, lê belê ne niha belku piştî 25ê Îlonê û encamdana referandumê. Barzanî herwiha got, ku ew xwe şermezarî millet nake û tekez kir: “100 sal e Kurdan ceza dikin, eger niyeta we ya cezakirina kurdan hebe, dest ji cezakirina Kurdan berdin, werin min ceza bikin.”

Îro înê 22ê Îlonê li Hewlêr a paytext bi dehan hezar hevwelatiyên Kurdistanî bo piştgiirya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê li Stadyuma Fransu Herîrî li hev kom bûne û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî têde beşdar e.

Mesûd Barzanî di vê karnavala mezin de gotarek pêşkêş kir û derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de peyamên giring dan cîhanê û gelê Kurdistanê.

Barzanî li ser biryara referandumê û daxwazên bo paşxistina referandumê e jî diyar kir: “Niha referandum ne di destê min û partiyan de, di destê we gel de ye.”

Barzanî rexne li helwesta civaka navdewletî û Encumena Asayişa Navdewletî ya li hember referanduma Kurdistanê girt û got: “Me got belke wêrankirina 4500 gund, windakirina 15 hezar Kurdên Feylî, enfala 8000 barzaniyan û 182 hezar Kurdistaniyan wîjdana cîhanê hejandibe, lê mixabin wisa nebû.”

Barzanî herwiha tekez kir, “ez ji Encumena Asayişa Navdewletî re dibêjim em rijdtir dibin li ser şerê DAIŞê û zêdetir ji caran şerê DAIŞê dikin.”

Barzanî amadeyiya Herêma Kurdistanê bo gotûbêjan nîşan da û diyar kir: “Em amade ne bo gotûbêjê, lê belê piştî 25ê Îlonê, nihe gelek dereng e.”

Barzanî amaje bi êş û derd û karesatên ku di 100 salên bihorî de hatine sere milletê Kurd, kir û tekez kir: “100 sal e Kurdan ceza dikin, eger niyeta we ya cezakirina kurdan hebe, dest ji cezakirina Kurdan berdin, werin min ceza bikin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hizbullah Iraqê tehdîd kir: Emê êrişî cihên wisa bikin ku neyê xeyala wan jî!

Lalish Duhok

Kuwêt dê çend pirojeyên mezin jibo awareyên li qeza Şêxan bike

Lalish Duhok

Li Qamişlo pîrozbahiyên Newrozê bi coş bûn

Lalish Duhok