Kemal Tolan: Sersaxî-danasîna raman û fikrên rehmetiyê kekê Kazim Oba
Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneșop
zargotina Êzdîtiyê Ez jî zahf xemgîn bûm ku civaka Êzdî, bi taybetî jî tevayiya endamên Mala Êzdiyan ya li bajarê Oldenburgê, birêvebir û endamekî mala xwe yê gelekî çalak, dilsoz, parêzvanekî çande û hunera Êzdîtî-Kurdîtiyê roja 29ê tebaxa sala 2017an wenda kirin.
Ez dizanim ku Xwedê jê razîyê Kazim Oba, piraniya jiyana xwe li xerîbiyê û di nav mercên gelekî giran de derbas kir.
Ez şahde me ku evî rehmetiyî di bin van zahmetiyên xerîbiyê de jî gelekî giringî dida nasname, ol, erkanên bav-kalan û heta jê dihat .gelek piştgiriya madî û manevî dida tevayiya endamên civaka Êzdî
Ji xwe rehmetî û Xwedê jê razîyê kekê Kazim Oba, di hevpeyvîneke min a bi wî ra ya 31.
de xebat, raman û fikrê xwe, yên ji bo parastin û pêşxistina ol, civak û netewa me gelekî girîng in da xwanêkirin… Êdî ez tenê dikarim .bêjime rehmetî û Xwedê jê razîyê kekê Kazim Oba, gelek spas keko ji bona vê girîngiya ku te dida nasname, ol, erkanên bav-kalan, te bi
xebat, lêkolîn û ramanên xwe zahf piştgiriya madî û manevî dida tevayiya Kurdan û endamên civaka Êzdî
Ez hêvîdar im ku Xwedê û Tawisî Melek te bi dilovaniya xwe șad bikin û tû li ber Mîrê xwe yê mezin bûhûrî bî keko! Her weha ji hemû .nefêrên malbat, dost û pismamên Xwedê jê razîyê kekê Kazim Oba ra jî sersaxiyê û sebrê dixwazim
Desteya rêvebir ya malpera Riataza serxweşîyê dide malbeta Kazim Oba, civaka Êzdîxanê û tevaya gelê kurd.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
