شبكة لالش الاعلامية

Kurdên Êzidî dibêjin tevî hemû karesatan ew dest ji ola xwe bernadin

Laliş (Rûdaw) Piştî derbasbûna çar salan bi ser komkujiya Şingalê û Kurdên Êzidî re, bo yekemîn car merasîma Cejna Çilê Havînê ya Kurdên Êzidî li Mezargeha Lalişê hat lidarxistin. Zanayekî olî yê Êzidî jî dibêje, gelek karesat hatine serê wan lê ew dê her li ser ola xwe bimînin.

Di cejnê de sirûdên taybet ên Kurdên Êzidî hatin xwandin û beşdarbûyên cenjê amaje bi wê yekê kirin, ku tevî wan komkujî û karesatên ku hatine serê Kurdên Êzidî, lê ew her li ser ola xwe ne.

Kurdên Êzidî îsal weke saleke aram dihesibînin ku hejmarek ji kesûkarên wan ên revandî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û ew kesên rizgarbûyî di merasîmê de beşdar bûn.

Zanayê Olî yê Kurdên Êzidî, Baba Çavîş derbarê lidarxistina Cejna Çilê Havînê piştî derbasbûna çar salan di ser êrişa DAIŞê û karesata Şingalê re, ji Rûdawê re axivî û got: “Çar sal derbas bûn, Mîrê Êzidiyan û Civata Ruhanî biryar dank u em vê cejnê bikin, çend komkujî hatine serê me û derbas bûn, lê em her li ser ola xwe berdewam dibin.”

Kawe Feqîr Hecî welatiyekî Kurdê Êzidî ye ku penaberî Ewropayê bûye û niha li welatê Almanya dijî. Kawe ji welatê Almanyayê ve hatiye, daku tevlî Cejna Çilê Havînê bibe. Kawe dibêje: “Laliş biheşta ser erdê ye, her kes bihê vir asûde dibe, rast e ku germ e lê belê mirov li vir asûde ye û jibo min evder li hemû cîhanê xweştir e.”

Cejna Çilê Havînê yek ji heşt cejnên Kurdên Êzidî ne, ku salane merasîmên taybet bi wê cejnê di 2ê Tebaxê de tên lidarxistin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Heyder Şeşo: Çûna me ji bo nav Wezareta Pêşmergeyan de daxwaza me bixwe bû

Lalish Duhok

Salnama laliş 2020 hat weşandin

Lalish Duhok

Rê û resmên cejna çilê havînê bi çi şêwe tê gêran

Lalish Duhok