شبكة لالش الاعلامية

Keçeka êzîdî: Terorîstên DAIŞê digotin hûn kafir in em nan nadin we!

Keçeka êzîdî: Terorîstên DAIŞê digotin hûn kafir in em nan nadin we!

BasNews – Keçeka êzîdî ya ku ji destê DAIŞê rizgar bûye, dibêje, terorîstên DAIŞê nan û av nedidan êzîdiyan û digotin “hûn kafir in!”

Keça êzîdî ya bi navê Zînê, ku havîna 2014 li gundê Koço yê Şingalê ligel gelek êzîdiyên din ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibû revandin û piştî du salan karî rizgar bibe, li ser zilma DAIŞê ji heftenameya Basê re gotiye, terorîstên DAIŞê çi nema nehanîn serê êzîdiyan. Dilê wan çi dixwast dihanîn serê me. Nan û av nedidan me digotin “hûn kafir in, em nan û avê nadin kafiran!”

Zînê daye zanîn ku herî kêm 3 caran hatiye firotin û gotiye, ez ketim destê sê çekdarên DAIŞê. Cara yekem 5 mehan di destê yekê de mam, cara duyem 8 mehan di destê yekî din de û herî dawî jî di destê yekî de 2 mehan man.

Wê keça êzîdî ragihandiye, wê çend caran hewl dida ji destê DAIŞê bireve û rizgar bibe lê dihat girtin û rastî îşkenceyên giran dihat.Lê herî dawî karî xwe rizgar bike û li eniya Şingalê bigihê hêzên Pêşmerge.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

DAIŞê li Kerkûkê êrîşî binkeyeke dengdanê kir

Lalish Duhok

Cejna Cemayê li tevaya Êzidîyan pîroz be

Lalish Duhok

Heta niha çend welatan komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas kirine?

Lalish Duhok