شبكة لالش الاعلامية

Kemal Tolan: Ez çaremîn salvegera komkujiya Șengalê bi xemgînî bibîr tînim!

Ez çaremîn salvegera komkujiya Șengalê bi xemgînî bibîr tînim!

Ez weke kurdekî Ȇzdî hîna jî zahf xemgîn im ku, partiyên siyasî û rêxistinên hemû perçên Kurdistanê, (zêdetir jî ev kesên ku di çapemenî û medyayeke Êzdî/Kurdîtiyê de ji xwe ra dibêjin; ez șêx, pîr, mîr, rewșenbîr, vekolîner, akadamîkar, șêwirmend, qahreman, fermandar, parlementer, huqûqzane, mamoste, oldar -û hwd.- an jî birêvebir û berpirsyarên sazî, mal, komeleke civaka Êzdiyatiyê me) û bi taybetî jî sazî, deszgeh,  siyasetmendar û rayedarȇn Hukumeta Herȇma Kurdistanȇ (HHK) nikarîbûn heta niha wan kes, rayedar, hȇz, rȇxistinȇn Ȇzdî/Kurdî û hwd., yȇn ku di beriya tevkujiya 03.08.14 de soza parastinȇ dabȗne xelqȇ Şengalȇ, lȇ dȗre ji soza dayîn ra xwedî derneketine û bȗne sedemȇn vê 74 qirkirina bawermendȇn ola Kurdî ya herî qedîm, ji bo raya giştî ra eşkere bikin.(*1)

Her weha gava ku ez îro hêjî dibihîzim, „gelek kurdên Bisilman di nav Kurdistanê de destkujîyên Êzdiyên ji ber fermanên dagirkirên Kurdistanê mane naxwin û bi berhemên ku Êzdî ji bo aboriya nav mala xwe difiroșin tîcaretê na kin. Gelk ji siyasetmendarȇn Hukumeta Herȇma Kurdistanȇ (HHK) naxwazin pirsgirêkên awareyên serê çîyayê Șengalê û koçberên Êzdiyan yên li nav kampan çareserbikin. HHK mûçeyên pak ji dewlemendiya petrol-gaza Kurdistanê û ji wê alîkariya ku ji welatên cihanê girtine nadine aware û derbiderên jenosida Êzdiyan û hwd.“ gelekî xemgîn dibim.

Li gorî dîtina min, ji bo ku ev pirsgirêkên nezanîyê, kiryarên kirêt,  hemû nakokî û bê tifaqîya di nav  me Êzdî û Kurdistaniyan de hene baș bêne çareserkirin; divê  „em sedemên ku timî alozî û nakokiyan di nava netewîperestiya Kurd de peyda kirine/dikin nasbikin“*2.  Divê siyasetmendar, oldar û tacirên me Kurdan(Êzdiyan)jî, ji bo berjiwendiyên kesayetiya xwe, pêxember û serokan mîna yên gelek gelên Rojhilata Navîn nekine șirîkên Xwedê. Em tev de fahmbikin, heta ku  siyasetmendar, oldar û tacirên Rus, Ecem, Ereb, Tirk û Kurdan pêxember û serokan ji bona berjiwendiyên xwe, weke șirîkên Xwedê ne bidine naskirin, wê azadî û demokrasîya di nav Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn de jî pêșnekeve.

Ez hêvî ji Xwedȇ ȗ Tawisî Melek dikim, ew hîn zêdetir alîkariya hêzên ku berjiwendiya netewa Kurdî diparêzin bikin, da ku em bikaribin bi hêza zanîn, kiryar û tifaqa xwe, van hemû nakokî-pirsgirêkên ku li pêș û di nava civakên Kurdistanî de hene çareser bikin, herêma Șengalê jî di nav Kurdistaneke serxwebuyî de ji bo me Ȇzdiyan weke parêzgeheke Êzdîxanêye otonom bi hemû Dewletȇn Yekbuyî yên Amerîkayê(DYA) , di nav tevaya netewȇn NATO’ê û welatên cîhanê de hene bidine pejirandin ȗ bi parêzin!

Dîsa hêvîdikim ku Xwedȇ ȗ Tawisî Melek tevaya zarok, jin, mȇrȇn Ȇzdî û yên hemû Kurdperwerên ku di FERMANÊ ȘENGALÊ 03.08.14 de cangorî bûne bi dilovaniya xwe şad kiribin!

Bila serê tevaya endamên malbatên cangoriyên Șengal û Kurdistanê sax be !

Ez spasiya hemȗ kes, rayedar, hȇz, rȇxistinȇn Ȇzdîtî/Kurdîtiyȇ ȗ tevaya gelȇn cîhanȇ, yȇn ku di wextê Fermanê Êzdiyan yê 74 de ji erkȇ xweyî mirovahî ȗ netewî ra xwedî derketine/derdikevin ȗ alîkariya madî, manevî dana/didine birîndar, zarok, jin ȗ mȇrȇn Ȇzdiyȇn koçber bȗne dikim!

Kemal Tolan, Êzdînas, berhevkar û xemxwarê kevneșopên Êzdîtiyê

*Çavkanî:

1- https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1975451576003847&set=a.1762094670672873.1073741828.100006170713219&type=3&theater

 https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/1795273560688317

2 https://www.facebook.com/xemxware.ezdi/posts/1779555112260162

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş tîmê “Kempîneya Laliş” ê ji bo sunetkirina zarokan rêz dike

Lalish Duhok

136 xêzanên ziyanvêkeftyên kempa Şarya harîkaryên Bingehê Laliş wergrtin

Lalish Duhok

Simînarek li dor rolê jinê di civakî de li Sinûnê tê behs kirin

Lalish Duhok