شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir

Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir

Ev jî têkesta peyama Serok Barzanî ye

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta çil û heştehemîn 48 salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî mamostayan û zanayên mezinên ola Îslamiya Kurdistanê û Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê dikim.

Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê her ji destpêka damezrandina xwe ve li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir heta niha û li hemû qonaxên sext û dijwar da roleke bi bandor hebûye li bihêzkirina bingehên xwedênasî û belav kirina wê çanda pêkvejiyanê û hişyarkirina çîn û tuwêjên civaka Kurdistanê. Heman demî de li sengerê şoreş û niştîmanperweriyê da cihê destê wan bi zelalî û rûnî diyare.

Pêzanînên min heye ji bo rol û bandora Yekîtiya Zanayan û mamosta û kesayetiyên olî ku rê li geşbûna hizra tundî û înkariyê li nav xelkê Kurdistanê de girtiye û herdem li rewşên sext û aloz da piştevanê doza rewaya gelê xwe bûne.

Bi helkefta vê salvegera girîng de hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim li erk û karên we da ku li jiyana civakî û siyasiya gelê me da erk û karên pîroz û bi bandorin.

Xweda pişt û penayê me hemû aliyek bê

Mesûd Barzanî
21.09.2018

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nêçîrvan Barzanî: Eger pêşmerge nebûyan alaya Kurdistan û Iraqê li Kerkûkê dê ne bilindkirîban

Lalish Duhok

Eskere Boyik:Ez komkujya bajarê Parîzê, bi dilê êș șermezar dikim

Lalish Duhok

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê derbarê bîranîna enfalkirina Barzaniyan de

Lalish Duhok