شبكة لالش الاعلامية

Piştî 4 sal û nîvan Hesen gihîşte dapîra xwe

Piştî 4 sal û nîvan Hesen gihîşte dapîra xwe

Duhok (Rûdaw) Zarokekî 7 salî yê Kurdê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin û piştî çar salan gihîşte nava malbata xwe li Duhokê.

Navê wî zarokî Hesen Hisên e û di êrîşa sala 2014ê ya DAIŞê de, dema ku temenê wî tenê 2 sal û nîv bûye, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin û ew biribûn Sûriyê. Wê demê, çekdarên DAIŞê mala Hesen li gundê Til Qeseb 13 kes ji malbata wî zarokî ku bav, dayik, xuşk û birayên wî di nav de bûne, komkuj kirine.

Ji malabat Hesen Hisên, tenê ew bi xwe û dapîra wî ya bi navê Wensa mane. Niha Hesen Hisên tenê zimanê Erebî dizane û bi nikare bi Kurdî biaxive, herwiha ew zarokê Êzidî tevî dapîra xwe li kampa Şêxanê ya li parêzgeha Duhokê dimînin.

Hesen Hisên bo dema 4 sal û nîvan di destê DAIŞê de bûye. Ew li navçeya Hecîn a Sûriyê û li mala nîşangirekî DAIŞê bûye. Hesen wisa hatiye fikirin, ku ew çekdarê DAIŞê bavê wî bûye, çekdarê ku di bombebarana balafirên hevpeymanan de hatiye kuştin.

Dapîra Hesen ku pîrejineke êşdîtî ye û li kampa Şêxan a Duhokê dijî, tevî ku hemû endamên malbata xwe ji dest daye, lê belê bi hatina neviyê xwe, Hesen Hisên kêfxweş e.

Kamêraya Rûdawê dîmenê wê demê kişandiye ku Hesen diçe nav hevziman û hevdînên xwe, ew tên pêşwaziya wî zarokî, tevde digirîn û wî maç dikin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê, Husên Qaîdî jî ddibêje, di heyama meha yekem a îsal de 24 kes ji revandiyên Kurdên Êzidî yên destê DAIŞê hatine rizgarkirin û bi vê yekê jî heta niha 3 hezar û 349 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî pêştir raihandiye, heta ku yek êxsîrê Kurdên Êzidî di destê DAIŞê de mane, ew dê li ser hewlên xw eyên bo rizgarkirina wan kesan berdewam bin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 7 hezar dibistan, nêzîkî 2 milyon xwendekar û 126 hezar mamoste hene

Lalish Duhok

Mistefa Kazmî bo Rûdawê: Em helwesta PKKê red dikin

Lalish Duhok

Rêzefîlmê Erebî yê behsa karesata Kurdên Êzidî dike li Hewlêrê tê kişandin

Lalish Duhok