شبكة لالش الاعلامية

Qasim Şeşo: Hin kes û alî bazirganiyê bi dosyaya Şingalê ve dikin!

Qasim Şeşo: Hin kes û alî bazirganiyê bi dosyaya Şingalê ve dikin!

BasNews – Kesayeta kurd ê êzdî li qeza Şingalê ragehand, hin kes û alî bazirganiyê bi dosyaya Şingalê ve dikin û ji bo wan ne giring e ku rewşa ewlehiya qezayê seqamgîr be û xelk vegere cîhê jiyana xwe.

Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hin kes û alî ji aloz kirina rewşa Şingalê destkewt bidest dixin û bi wê rêyê ve bazirganiyê pê dikin. Ji ber wê ji bo rewşa Şingalê baş bibe alîkar nabin û bi taybet jî piştî ku milîsên Heşdî Şeibî hatine qeza Şingalê rewş gelek nexwaş bûye. Ji bo wê jî naha hemû xelkê Şingalê li gel wê yekê ne ku Heşdî Şeibî û grubên din ne rewane, divê ew qezayê bicîh bihêlin û dest bi ava kirina Şingalê bê kirin. Ji ber hebûna wan gruban astengiyê li pêş ava kirinê û vegera xelk de çêdike.’’

Herwaha got: ‘’Di cîha ew aliyane piştevaniya dosyaya Şingalê bikin bo ku wek jenosîd bê nasîn û koçber vegerin û ziyanên wan bên qerebû kirin û ewên ku li wan qewimiye bên qerebû kirin, hin alî dosyaya Şingalê dikin derfet û firsetê jê dibînin û bazirganiyê pê dikin.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li ser biryara Mesrûr Barzanî 4 milyar dînar ji bo bijîşk û karmendên tendirustiyê hat terxankirin

Lalish Duhok

Ronkirnek ji Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî ve

Lalish Duhok

Ava bendavên Dukan û Dihokê roj bi roj kêm dibe: Ji nîvî kêmtir maye

Lalish Duhok