شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî û James Jeffrey şerê li dijî DAIŞê gotûbêj kirin

Mesrûr Barzanî û James Jeffrey şerê li dijî DAIŞê gotûbêj kirin

Munich (Rûdaw)  Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey civiyan. Mesrûr Barzanî û James Jeffrey di hevdîtina xwe de şerê li dijî DAIŞê gotûbêj kirin.

Îro Şemiyê (16.02.2019) Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Munichê yê Almanyayê di çarçoveya hevdîtinên roja duyem ên Konferansa Asayişê ya Munichê de ligel Nûnerê Taybet ê  Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey civiya.

Peyamnêrê Rûdawê Ala Şalî derbarê civîna Mesrûr Barzanî û James Jeffrey ragihand ku herdu aliyan amaje bi girîngiya pêşxistina di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kirin û tevî vê yekê rewşa herî dawî ya Rojavayê Kurdistan û Sûriyê û geşedanên li herêmê û şerê li dijî DAIŞê guftûgo kirin.

Mesrûr Barzanî di çarçoya hevdîtinên li Munichê îro li Nûnerê Karûbarên Neteweyên Yekgirtî yê Karûbarê Sûriyê, Wezîrê Derve Îranê, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê, Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê Karûbarên Îran û Iraqê re hevdîtin pêk anîbû.

Duh înê (15-02-2019) li bajarê Munich ê Almanyayê Konferansa Asayişê ya Munichê dest pê kir. Nêzîkî 35 serkirdeyên welatan û 50 wezîrên derve û 30 wezîrên berevaniyê yên welatan beşdarî konferansê bûn.Hevdîtinên Mesrûr Barzanî yên li Munich berdewam in û biryar e, ligelberpirsên Almanya, Îmarat û welatên din bicive.

Şanda Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna  Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî  û Nûnerê Herêma Kurdistanê li Almanyayê Dilşad Barzanî beşdarî konferansê dibin.

Konferansa Asayişê ya Munichê konferanseke salane ya li ser sîstema asayişa navdewletî ye û ji sala 1963an ve tê lidarxistin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Biden û Mistefa Kazimî li Koşka Spî hevdîtin kirin

Lalish Duhok

Hikûmetê piştevaniya darayî ji bo baştirkirina rewşa xwendekaran terxan kir

Lalish Duhok

Kemal Kiliçdaroglu: Yekbûn ji bilî mirinê li hember her tiştî bi ser dikeve

Lalish Duhok