شبكة لالش الاعلامية

Pêşmerge û Hêzên Êzdîxanê 4 çekdarên Daişê kuştin

Pêşmerge û Hêzên Êzdîxanê 4 çekdarên Daişê kuştin

K24- Hewlêr

Li şer û pêkdadanên Hêzên Pêşmerge û Hêza Êzdîxanê li gel hêzên Daişê, çar çekdarên wê rêkxistîyê li Şengalê hatin kuştin.

Qasim Şeşo, fermandeyê Hêza Pêşmerge li Şengalê, bi Kurdistan24 ragehand: Evro, sipêdeyê, çend çekdareke Daişê, li devera Xana Şehwanî li nêzîk kargeha Çîmentoya Şengalê, dixwastin biçin nav gundê Gulata. Hêzên Pêşmerge û Êzdîxane ev yek zanîn û hêzên Pêşmerge û Hêza Êzîdxan bi serperiştîya Heyder Şeşo hêrişkirin ser wan çekdarên Daişê û ji encama şer û pêkdadanan, çar çekdarên Daişê hatin kuştin û dûyan jî xwe ve peqand.

Nûçegihanê Kurdistan24 ragehand: Ti zîyanek negihaye hêzên Pêşmerge û Êzdîxanê. Ew hêz, hêj li wî cihî mane û niha jî şer rawestaye.

Demeke bizavên çekdarên Dişê li deverên cuda-cuda yên Îraqê hene û di dema 24 demjimêrên burî de li parêzgha Neynewa û Dîyala jî, hêrişên teroristî hatîne encamdan.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Serokwezîrê Iraqê: Ez ne Superman im

Lalish Duhok

şêx şamo:Sersaxî jibo malbata blurvan û sazbendê mezin “Egîdê Cmo”

Lalish Duhok

Desteya Bilinda Bingehê Laliş hevkarî gehandine 108 xêzanan

Lalish Duhok