شبكة لالش الاعلامية

Serokkomarê Fransayê pêşwaziya Nadya Murad kir

Serokkomarê Fransayê pêşwaziya Nadya Murad kir

BasNews – Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, pêşwazî li çalakvana Kurd ya xwediya xelata Nobelê Nadya Murad kir û soz da, ku welatê wî pêşwaziyê li 100 jinên Êzdî bike.

Jina Kurd a Êzdî ku berî heyamekê bi Nobel a Aşitiyê hatibû xelatkirin Nadya Murad , ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve bo Parîsê hatibû vexwendin û Macron îro pêşwazî li Nadya Murad kir.

Hikûmeta Fransayê piştî civîna Macron û Murad biryar da, ku sed keç û jinên Êzdî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne werbigire, ji bo çarekirina derûnî tendirustî ji wan re pêşkêş bike.

Emmanuel Macron di civînê de soz da ku serperiştiya wê sindoqa diravî bike, ya ku Nadya ji bo jinûavakirina navçeyên wêranbûyî yên Şingalê terxan kiriye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li parêzgeha Duhokê 500 çadirên mezin ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê re hatin şandin

Lalish Duhok

Ji bo Şêx Şemoyê Berêz

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî gazî xelkê Kurdistanê kir: Bila îradeya we bihêz be

Lalish Duhok