شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî sersala êzdiyan pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî sersala êzdiyan pîroz kir  

Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mabesta cejna sersala êzidiyan (Çarşema Sor) pîrozbahiyek belav kir.

Peyama Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Cejna sersalê (Çarşema Sor) li hemû xûşk û birayên me yên êzdî li Kurdistanê û cîhanê, pîroz dikim. Pîrozbahiyek taybet ji bo kesukarên qurbanî yên terorê û yên heta niha di wargeh û kampanda jiyana xwe derbas dikin. Bi hêviya ku cejn û bîrhatinên bên, di rewşeka baştir da li me vegerin.

Îsal jî dîsa cejn di demekêdaye ku tevî hemû cîhanê, Kurdistan jî ji destê Covid -19 ê dinale, hêvîdarim her kes pêgirê rêkarên tendirustî û xweparêziyê bin. Mixabin tevî rewşa giran ya jiyana kampan, hê jî çarenivîsa bêhtirê du hezar xûşk û birayên me yên êzdî yên revandî jî nediyare.

Em dîsa hemû êzdiyan piştrast dikîn heta dûmahiyê û hinde êzdiyek revandî mabe, em dê li pey çarenivîsê wan bîn û çi pêwîst bike ji bo rizgarkirina wan, em amade û berdewamîn. Her wisa hewlên me ji bo avadankirina deverên êzdiyan û bi parêzgehkirina Şingalê di gel Hikûmeta Federala Iraqê dê berdewam bin.

Sersala we hemûyan pîroz, her sal bi xêr û xweşî.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Parlamentoya Ewropayê di merasîmekê de xelata Saxarov da her du keçên Kurdên Êzdî Nadiya Mûrad û Lemîea Beşar.

Lalish Duhok

Hikûmeta Herêmê 500 milyon dînar ji bo qerebûkirina ziyandîtiyên lehiyê terxan kir

Lalish Duhok

Bingehê laliş radibe bi bîr anîna derbaz buna yekmîn sal ya komkujya Koço

Lalish Duhok