شبكة لالش الاعلامية

Şingal – 3 endamên malbatekê şeş roj in wenda ne

Şingal – 3 endamên malbatekê şeş roj in wenda ne

BasNews – Li bajarê Şingalê 3 endamên malbatekê ev 6 roj in, wenda ne û nayê zanîn çi hatiye serê wan.

Welatiyekî xelkê Şingalê bi navê Şemo Nayîf Derwêş ji BasNewsê re got, dayka min û du birayên min ji roja 11 vê mehê ve li Şingalê wenda bûne. Em nizanin çi hatiye serê wan.

Şemo Nayîf Derwêş her wiha got, navê dayka min Nadir Husên Seydo û 44 salî ye, birayên min jî navê yekê Levend e û navê yê din jî Daxaz e û xelkê gundê Dûgirê yê Şingalê ne.

Wî welatiyê êzîdî da zanîn jî, dayka wî û birayên wî dixwastin biçin dixtor û got, ji ber wê jî gazî otomobîlekê kiribûn û demjimêr 13:00 roja 11 vê mehê li otomobîlê siwar bibûn û ji wê demê de wenda ne.

Şemo Nayîf Derwêş da xuyakirin, aramî û ewlehiya Şingalê ji ber komên çekdar gelekî aloz bûye, rojane revandin û wendakirin heye. Em daxwaz dikin çarenivîsa dayka min û birayên min eşkere bibe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mîrê Êzidiyan çend pirsên girêday rewşa Êzidiyan li Amrerîka gotubêj dike

Lalish Duhok

Penaberên Iraqê bi rêya balyozxaneya Moskowê ve dê bên vegerandin

Lalish Duhok

Serok Barzanî pêşwazî li serkomarê Iraqê Berhem Salih kir

Lalish Duhok