شبكة لالش الاعلامية

Hewlêr- Komeke mezin a bazirganiya maddeyên hişbir hatiye desteserkirin

Hewlêr- Komeke mezin a bazirganiya maddeyên hişbir hatiye desteserkirin

BasNews- Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Maddeyên Hişbir a ser bi Asayîşa Herêma Kurdistanê 10 kes bi tohmeta maddeyên hişbir hatine desteser kirin.

Îro roja şemiyê 17. 04.2021ê Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Maddeyên Hişbir di daxuyaniyekê de aşkere kir piştî pêdaçûn û lêkolînên wan 9 kes hatine destserkirin.  Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê jî de hatiye gotin di dema desteserkirina wê koma bazirganên maddeyên hişbir de 569 gram eroin û 1 kîlo û 375 gram eroîna krîstal û 984 gram haşhaş  û 680 gram tiryak û 580 gram camayka cureyên maddeyên hişbir jî hatine desteserkirin.

Herwiha Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Maddeyên Hişbir aşkere jî kiriye li navçeya Hacî Omeranê ya ser bi Hewlêrê jî de 3 kîlo maddeya haşhaş li ser tohmetbarekî hatiye girtin.

Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Maddeyên Hişbir amaje bi wê yekê jî kiriye derbarê wan bazirganên maddeyên hişbir de lêkolînan adlî dest pê kiriye û wê bên dadgehkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Barzanî ji bo giştpirsiyê diçe Ewropayê!

Lalish Duhok

NY: Dê hejmara miriyan 50 hezar kesan derbas bike

Lalish Duhok

Mesrûr Barzanî: Raperîn peyamekî zelal a Gelê Kurdistanê ye ji bo hemû cîhanê

Lalish Duhok