شبكة لالش الاعلامية

Mesrûr Barzanî hişyarî da hêzên li nêzîkî sînorê Kurdistanê

Mesrûr Barzanî hişyarî da hêzên li nêzîkî sînorê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrişa li dijî firokexaneya Hewlêrê û baregeha leşkerîya Tirkiyê li Başiqayê de ragihand ku armanca wan êrişan “eşkere ye ku ewlehiya me ya navxweyî û hevkariya me ya bi Hevpeyamaniya Navdewletî re têk dibe.” Mesrûr Barzanî herwiha hişyarî da hêzên li nêzîkî sînorê Kurdistanê û got: “Her grûpek çekdar ku di çarçoveya hêzên ewlehî yên fermî li Iraqê de nebin, divê ji sînorên Herêma Kurdistanê bêne dûrxistin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê êrişa li dijî firokexaneya Hewlêrê û baregeha leşkerîya Tirkiyê li Başiqayê li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek belav kir.

Mesrûr Barzanî dibêje: “Ez êrişên îşev ên dijî Firokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê û baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Başîqayê bi tundî şermezar dikim, û koma terorê ya li pişt wan êrişan jî şermezar dikim.”

Derbarê armnaca êrişan de jî Barzanî got: “Ev êrişên vê dawiyê hewldanek eşkere ye ku ewlehiya me ya navxweyî û hevkariya me ya bi Hevpeyamaniya Navdewletî re têk dibe.”

Barzanî tekez kir ku her grûpên çekdar ên ku di nav hêzên ewlekariya fermî yên Iraqê de kar nakin, divê ji sînorê Herêma Kurdistanê werin derxistin û got: “Di rojên pêş de, ez dê bi hevkarên Iraqî û navneteweyî re li ser awayên pratîkî yên pêkanîna vê yekê biaxivim.

Mesrûr Barzanî herwiha da zanîn ku têkildarî bûyerê lige Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî axiviye û got: “Ez xelkê Kurdistanê piştrast dikim ku endamên grûpên terorê yên li pişt vê êrişê dê ji ber kiryarên xwe ji wan hesab bê pirsîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn ku ew  îşev bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re axive û got: “Me êrişên terorê yên îşev li Hewlêr û Bashiqa bi tundî şermezar kir. Ji ber ku lêpirsîn berdewam dike me biryar da ku em di têkiliyê de bimînin.”

Dezgeha Dije Terorê ya Asayişa Herêma Kurdistana ku bi mûşekekê Firokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê bûye hedef.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku piştî lêkolînên dezgehên pêwendîdar derket holê ku êrîş bi rêya droneke ku TNT kirî hatiye encamdan û arasteyî bingeha hêzên Hevpeymanan hatiye kirin.

Herwiha li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ti ziyaneke canî nebûye û tenê ziyanên madî bûne.

Her bi mûşeka êriş li baregeha leşkerî ya Tirkiyê li Başîqayê hat encamdan.

Wezareta Berevaniya Tirkiye ragihand ku di encama êrîşa bi mûşekê ya li dijî baregeha li Baqîkaya Mûsilê leşkerekî wî welatî hate kuştin.

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragiahnd ku yek ji sê mûşekan li baregehê û herdu muşekên din jî li gund ketine û di êrîşê de ji bilî kuştina leşkerekî keçeke li gund dijî jî birîndar bûye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Jibo berjewendiya giştî extiyarên devereke Êzidiyan çend qirar derxistin

Lalish Duhok

Îro salvegera koça dawîn a nemir Mela Mistefa Barzanî ye

Lalish Duhok

Bingehê Laliş li bîrewerya damezrandina xwe:Bi hîç awayekî berhengarî nikarin karwanê me rawestînin

Lalish Duhok