شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê di 10 salan de 490 jin hatin kuştin

Li Herêma Kurdistanê di 10 salan de 490 jin hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê li gorî daneyên fermî, di navbera salên 2010-2020 de 490 jin ji aliyê malbat an xizmên xwe ve hatine kuştin, 612 bûyerên xwekuştinê jî rû dane.

Di 20 salên dawî de, li Herêma Kurdistanê gelek komele û rêxistin ji bo parastina mafên jinan û pêşîgirtina li tundiya li ser jinan hatin damezrandin. Li Parlamentoya Kurdistanê ji bo parastina mafên jinan biryar hatin girtin, komîsyon hatin avakirin.

Her sal, di 25ê Mijdarê de, di çarçoveya Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Vioîdeta li dijî Jinan de kampanya têne organîze kirin. Dîsa, dozên şîdeta li dijî jinan bi taybetî li dadgehan têne girtin. Digel vê yekê, reqemên şîdeta li dijî jinan, bi taybetî ji hêla rêxistinên jinan ve têne rexnekirin.

Seroka Encûmena Mafên Jinan a Parlamentoya Kurdistanê, Şadî Newzad ji Rûdawê re got:  “Tundiya li ser jinan her tim hebûye. Lêbelê, hin krîz û pirsgirêkên di van salên dawî de derketine, bûne sedem ku rêjeya tundiya li ser jinan zêde bibe. “Şerê li dijî terorîzmê, qeyrana aborî, rewşa ku bi pandemiya re hate ew faktorên ku bandora xwe li ser psîkolojiya civakê hebûye.”

Li Herêma Kurdistanê herwiha tundiya fizîkîî, derûnî û aborî jî wekî sedemên sereke yên şîdeta li dijî jinan derdikeve pêş.

Li gorî daneyên Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Jinê ya Herêma Kurdistanê, di Çileya 2021 de  jinek hate kuştin. Lêbelê, di heman mehê de 7 xwekuştinên jinan hebûn, ku wekî bûyerên gumanbar têne nirxandin. Her di meha Çileyê de 8 bûyerên xwe şewitandinê pêk hatin, 5 jin rastî destdirêjiya cinsî hatin, 66 jinan gilîyên xwe tomar kirin.

Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya Kurdistanê Leyla Ebdulcabbar jî got, “Qanûnek heye ku Parlamento li ser tundûtûjiya ji bo malbatê qebûl kiriye. Divê ev qanûn ji nû ve were sererastkirin û madeyên nû werin zêdekirin. Ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan, divê cezayên girantir werin danîn Herwiha pêwîst e desthilatdariya yasadan û cîbicîkirin  û dadwerî hemaheng û hevkarî hev bin ji bo cîbicîkirina ew yasayên ku li parlamentoyê bêne derxistin.

Di van salên dawî de yek ji sedemên tundiya li dijî jinan bikaranîna xirab a medyaya civakî ye.

Cîgira Rêveberiya Têkoşîna li Dijî Jinan Arî Refîq jî got, “Aliyek şîdeta li ser jinan peywendî bi sazî û hêzên ewlehiyê yên li ser vê mijarê dixebitin hene. Mînak, di doza ku 17ê Nîsanê de li Hewlêrê hatî dîtin de, dadgehê tawanbar bi kefaleta milyom dînar serbest berda û bingeha vê rewşê danî.”

Li gorî daneyên fermî, di heyama 10 salan de li Herêma Kurdistanê di navbera 2010-2020 de 490 jin hatine kuştin. Di vê heyamê de, 612 bûyerên xwekuştinê rû dan û herwiha 73 hezar 15 gilî hatin tomarkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bingehê Laliş roja(Zimanê Dayk)ê bilind nirxand

Lalish Duhok

Tecawîzkarên zaroka 16 salî hatin berdan

Lalish Duhok

li Turkiyê erdhejek bi hêza 7.6 heta 7.9 çêbu

Lalish Duhok