شبكة لالش الاعلامية

Li Silêmaniyê 22 endamên DAIŞê hatin girtin

Li Silêmaniyê 22 endamên DAIŞê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Asayîşa Herema Kurdistanê daxuyaniyek belav kir ku li Silêmaniyê, Germiyan, Çemçemal, Seyîd Sadik û Pişder operasyon pêk anîne û di encamê de 22 endamên DAIŞê hatin girtin.

Asayîşa Herema Kurdistanê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li 22 navnîşanan ku navenda wê li Silêmaniyê ye operasyonek pêk anî.

Asayîşa Herema Kurdistanê ragihand ku 22 çekdarên DAIŞê yên ku dixwestin bi dizî çalakiyên terorîstî organîze bikin, hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nav kesên ku hatine girtin de waliyê DAIŞê yê Fellûceyê Ebû Elî Cumeylî ku nasnameya sexte ketiye Herema Kurdistanê jî heye.

Di daxuyaniyê de hate tomar kirin ku endamên DAIŞê yên hatine girtin dê werin dadgeh kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku endamên DAIŞê yên hatinegirtin, xwestine ku çalakiyên terorîstî organîze bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Nûrî Malikî: Her du hikûmetên Herêm û Federal digihin çareseriyeke bingehîn  

Lalish Duhok

Li jêr çavdêrîya berêz Şêx Şamo kêşeyeke civakî di nav bera du malbatan de hat çarekirin

Lalish Duhok

Çavdêrekî siyasî: PKK bo berjewendiyên xwe ji çiyayê Şingalê dernakeve

Lalish Duhok