شبكة لالش الاعلامية

Serok Barzanî pêşwazî şandeke Şêx û Serokên Hozên Navçeya Firata Navîn kir

Serok Barzanî pêşwazî şandeke Şêx û Serokên Hozên Navçeya Firata Navîn kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Şêx û Serokên Hozên Navçeya Firata Navîn kir ku ji Munzir El Miyalî Emîdî Sadey Emyal û Şêx Emîr Saîr Elmutlek Emîrê Îmareta Zibêd û Şêx Hesen Cewad Ebasî û Şêx Hekîm Mîrê Şêxê Hoza El Şibil û Şêx Saîr Cifat Şe’lan û Şêx Emîr Musenna El Hatim Elhesen û Şêx Ehmed Ebdulxanim Elşimran Elfetlawî û Şêx Meysem Sehl Necim Şêxê Hoza Elzirfat pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de şanda mîhvan ji bilî balkişandina li ser peywendiya dîrokiya di navbera cenabê Barzaniyê Nemir û kesayetî û Şêx û Serok Hozên Iraqê, pesnê rola Serok Barzanî ya li dûbare avakirina Iraqê û her wiha wan avadanî û pêşketinan kir ku li Herêma Kurdistanê pêkhatiye û pêzanînên xwe jî ji bo bîhnfirehî û mîhvandostiya gelê Kurdistanê hebû ku mîhvandariya sedan hezar koçberên başûr û navîna Iraqê kirine.

Di beşeke din a civînê de şanda mîhvan bi kurtî behsa kêşe û giriftan û nebûna xizmetguzarî û rewş û debara nîştecihên parêzgehên başûr û navçeya Firata Navîn ji bo Serok Barzanî kirin. Her wiha daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku rola xwe li çareserkirina kêşeyên xelk û komkirina aliyên Iraqê de bibîne.

Her di vê civînê de Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mîhvanan kir û ji bilî tekez kirina li ser prensîba birayetî û pêkvejiyana di navbera pêkhatên Iraqê pêzanînên xwe ji bo helwesta camêraneya nîştecihên başûrê Iraqê ya li pêşwazîkirina cenabê Barzaniyê Nemir û yawerên wî yên di dema vegerana wan ya ji Sovyeta berê û her wiha hewandina wan Kurdên ji aliyê rejîma berê ve ji bo başûr nefî kiribûn nîşan da. Serok Barzanî bi kurtî li dîroka êş û azarên gelê Kurdistanê ya li nav dewleta Iraqê ji bo şanda mîhvan behs kir û hevsoziya xwe jî ji bo kêşe û gîr û giriftên nîştecihên navçeya Firata Navîn ragihand û hêviya wê yekê xwest ku bi hewla hemû aliyek kêşe û êşên xelkê Iraqê kêm bibe.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Cenazeyê pêşmergeyê xwebexş Dr. Silêman gihîşt Hewlêrê

Lalish Duhok

Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li sala nû dike

Lalish Duhok

Ji bo pitr peywendîyan sendîka kirêkarên dihokê seredana bingehê laliş kir

Lalish Duhok