شبكة لالش الاعلامية

Lijneya aborî ya Parlamentoyê: Pêwîstiya Iraqê bi 27 salan heye bo bikare deynan bide

Lijneya aborî ya Parlamentoyê: Pêwîstiya Iraqê bi 27 salan heye bo bikare deynan bide

BasNews – Endamekî lijneya aborî û hilberînê li Parlamentoya Iraqê ragehand, vî welatî pêwîstiya wê bi 27 salan heye bo ku bikare deynên navxwe û derve bide.

Li gor nûçeyekî ajansa Iraqê ya WAI, endamê lijneya aborî ya Parlamentoya Iraqê Mazin Feylî ragehandiye: ‘’Ti pêngavekî kiryarî bo bihêz kirina destkeftên darayî yên Iraqê di warê kiştûkal, pîşesazî û geştûguzarê de nehatiye avêtin.’’

Li gor zanyariyên berdest deynên zêdebûyî yên li ser Iraqê geheştiye 73 milyar dolaran û derveyî wê jî 40 milyar dolarên din ên 8 welatên din jî hîn zelal nebûye.

Mazin Feylî ragehand: ‘’Dema dayîna wan deynên navxwe û derve yên Iraqê, heta sala 2048ê ango di 27 salan de Iraq dikare deynên xwe bide.’’

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keçeke Êzidî ya ji destê DAIŞê rizgar bûye dest bi jiyaneke nû kiriye

Lalish Duhok

Bikarhênerên Gmail ê li ser astê cîhanê gihişte milyarek kesan

Lalish Duhok

Bingehê Laliş û Kunsilê Rusya tekezyê li xurtkirina peywendîyan dikin

Lalish Duhok