شبكة لالش الاعلامية

Platforma Zimanê Kurdî: Divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

Platforma Zimanê Kurdî: Divê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Platforma Zimanê Kurdî daxwaz dike, Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehê û zimanê fermî li Tirkiyê.

Platforma Zimanê Kurdî ku ji aliyê 9 partiyên Bakurê Kurdistanê ve hatiye damezirandin, îro bi helkefta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, ragihandinek belav kir.

Di wê ragihandinê de hatiye gotin ku Zimanê Kurdî nasnameya her Kurdekî ye û divê were parastin û bê bikaranîn.

Herwiha Platforma Zimanê Kurdî tekez dike, ew kompanyaya îmzeyan a ji bo ku Zimanê Kurdî li Tirkiyê bibe zimanê perwerdê û duyemin zimanê fermî, hê jî berdewam e.

Platforma Zimanê Kurdî ku bi beşdariya DBP, HDP, PÎA , Partiya Komunîst a Kurdistanê, PSK, PAK, PDK-T, Pilatforma Demokratên Kurd û Partiya Azadî hatiye damezirandin, bal kişand ser wê yekê ku pêwîst e Zimanê Kurdî bibe xwediyê pêgeha xwe ya taybet.

Herweha Platforma Zimanê Kurdî daxwaz dike, di xebata siyasî de zimanê Kurdî bê bikaranîn û di civîn û çalakiyan da, bi Kurdî bê axaftin.

Li ser daxwaza zanayên ziman û edebiyata Kurdî, roja derçûna yekem hejmara govara Hawar di 15ê Gulana sala 1932an de ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve, 15ê Gulanê weke roja Cejna Zimanê Kurdî hatiye diyarkirin û ji sala 2006ê ve ev roj tê pîrozkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li raspardeya Serok Barzanî biryareke girîng bo xwendekarên Êzdî hat derkirin

Lalish Duhok

Li komelgeha xankê‌ simînarek li dor rojî grtin dibawerya êzdyan da hate gêran

Lalish Duhok

Hevpeyvîna bi rêzdar Pir Xelat Elias ra li ser pirsgirêka bikaranîn anjî negotin xebera xirab e beşa III

Lalish Duhok