شبكة لالش الاعلامية

Rûsya gefa bikaranîna çeka atomî dixwe

Rûsya gefa bikaranîna çeka atomî dixwe  

BasNews– Serokê Desteya Artêşa Rûsyayê Valêrî Gîrasmov gefa bikaranîna çeka atomî xwar.

Serokê Desteya Artêşa Rûsyayê Valêrî Gîrasmov di kongreya rojnemevananî de li Moskowê aşkere kir, Rûsya çeka atomî bi tenê ji bo bergirîkirina xwe bikartîne û binemaya bikaranînê stratejiya seqamgîriyê ye.

Valêrî Gîrasmov tekezî li wê yekê dike ku di her demeke ku Rûsya yan jî hevpeymanên wê rastî êrîşê çekeke atomî yan jî çekeke qedexe bibe wê Rûsya bi armanca bergiriyê çekên atomî bikar bîne.

Çeka atomî çekeke gelekî wêranker e di dîrokê de tenê 2 caran hatiye bikaranîn ew jî di serdema şerî cîhanî yê duyem de bû û ji Amerîkayê beramber Japonyayê bikar anîbû û ji ber wê çeke 155 hezar mirov hatibûn kuştin.

Heta niha li seranserî cihanê 8 welat xwedî çekên atomî ne û ew jî wiha ne: Amerîka, Fransa, Brîtanya, Rûsya, Çîn, Hîndistan, Pakistan, Koreya Bakur.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Viyan Dexîl : 14 hikûmet û parlamentoyên navdewletî jenosîda Êzîdiyan nas kirine, lê heta niha jî dewleta Iraqê nas nekirye

Lalish Duhok

li jêr çavdêrya berêz Şêx Şamo serkeftyî li nawçeya Şêxan hatin xelat kirin

Lalish Duhok

Serok Barzanî bi helkefta roja rojnamevaniya kurdî peyamek belav kir

Lalish Duhok