شبكة لالش الاعلامية

Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe

Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere dike, hejmara pêketiyên bi vîrûsa Koronayê careke din zêde bûye.

Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Di raporta vê hefteyê de mixabin careke din hejmara pêketiyên Koronayê ber bi zêdebûnê ve diçe.”

Dr. Saman Berzincî got: “Ev rewşa niha bi zêdebûna amarên Koronayê li hin welatan û Iraqê re hevdem e. Divê welatî rêkarên xweparêziya ji vê vîrûsê cibicî bikin.”

Destnîşan kir jî, “Li ser vexwandina Parlamentoya Kurdistanê, îro serdana Parlamentoyê dikim û raport û zanyariyên derbarê vîrûsa Koronayê û sektora tendirustiyê bi giştî pêşkêşî Parlamenteran dikim.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Hikumeta Herêma Kurdistanê lijneyekê bo vekolînê li gorên bi komên Êzidyan pêk bîne

Lalish Duhok

Hêza parastina Şingalê hat ragihandin

Lalish Duhok

Leyla Zana cardin bi kurdî dest bi sondê kir

Lalish Duhok