شبكة لالش الاعلامية

Xortekî êzîdî li Amêdiyê bi elektirîkê canê xwe ji dest da

Xortekî êzîdî li Amêdiyê bi elektirîkê canê xwe ji dest da

BasNews – Li seyrangeheka bajarokê Amêdiyê li parêzgeha Duhokê kesekî bi eelktirîkê canê xwe ji dest da.

Berdevkê polîsê Duhokê, Hêmin Silêman ji BasNewsê re got, îro li seyrangeha Aşewa ya Amêdiyê xortek bi navê Reyan Êzdîn (23 salî), di nav avê de bi elektirîkê canê xwe ji dest da.

Wî efserê polîs da zanîn, dema ew xort di nav avê de bûye makîna kişandina avê jî kar dikir û elektirîk dabû nav avê, bi wî rengî bibû sebeba mirina wî xortî.

Li gorî agahiyan, ew xortê han kurdê êzîdî û xelkê nahiya Elqoş ya Mûsilê bû lê du sal bû li seyrangeha Aşewa kar dikir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Keçeka din ya êzîdî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Lalish Duhok

70 sal bi ser damezrandina Yekîtiya Xwendekar û Lawanên Kurdistanê derbas dibe

Lalish Duhok

”Mesrûr Barzanî Di 8mîn salvegera genocide kirina Şingalê da dibeje ”Ev tawana han ewqas biêş û dilhejên bû ku, ti caran nayê jibîrkirin 

Lalish Duhok