شبكة لالش الاعلامية

Xortekî êzîdî li Amêdiyê bi elektirîkê canê xwe ji dest da

Xortekî êzîdî li Amêdiyê bi elektirîkê canê xwe ji dest da

BasNews – Li seyrangeheka bajarokê Amêdiyê li parêzgeha Duhokê kesekî bi eelktirîkê canê xwe ji dest da.

Berdevkê polîsê Duhokê, Hêmin Silêman ji BasNewsê re got, îro li seyrangeha Aşewa ya Amêdiyê xortek bi navê Reyan Êzdîn (23 salî), di nav avê de bi elektirîkê canê xwe ji dest da.

Wî efserê polîs da zanîn, dema ew xort di nav avê de bûye makîna kişandina avê jî kar dikir û elektirîk dabû nav avê, bi wî rengî bibû sebeba mirina wî xortî.

Li gorî agahiyan, ew xortê han kurdê êzîdî û xelkê nahiya Elqoş ya Mûsilê bû lê du sal bû li seyrangeha Aşewa kar dikir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Wezîrê bergirîya Tirkîyê: Tirkîyê dê her karekî bo derxistina PKKê ji Şingalê bike

Lalish Duhok

Bi lez …Barzanî biryara xwe da

Lalish Duhok

“Nivîsîngeha Laliş li Duhokê harîkaryên darayî li ser xwendekarên Şingalê belavkirin”

Lalish Duhok