شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Tîrmeha 2021ê pêşwazî li li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ê li Iraq û Sûriyê General Richard Bell kir.

Di hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên li Iraq û Sûriyê û çend mijarên cihê girîngiya her du aliyan hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de tekezî li pêwîstî û girîngiya berdewambûna hemahengî û hevkariya navbera Herêma Kurdistanê û hêzên Hevpeymanan hate kirin ji bo rûbirûbûna gefên terorê li herêmê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li navçeya Dêrebûnê simînarek li dor aştya komelayetî û rolê afretê di nava civakî da hat gêran

Lalish Duhok

serokê bingehê laliş derçonên xoleka komputerî xelat kirin

Lalish Duhok

Nêçîrvan Barzanî bo Yûrî Nebiyev peyama sersaxiyê belav kir

Lalish Duhok