شبكة لالش الاعلامية

Fazil Mîranî: Li şûna xirabî behsa başiyên hev bikin

Fazil Mîranî: Li şûna xirabî behsa başiyên hev bikin

Hewlêr (K24) – Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ji aliyên siyasî daxwaz kir; li şûna ku bi xirabî behsa hev bikin, behsa başiyên do û îro û siberoja xwe bikin.

Fazil Mîranî li Hewlêrê di bangeşeya hilbijartinan a partiya xwe de diyar kir; hinek aliyên siyasî dibêjin di hilbijartinên derbasbûyî de PDK sextekarî kiriye, lê ew partiyên siyasî ji PDKê zêdetir sûdmend bûne û postê Serokê Parlamentoyê û Cîgirê Serokwezîr wergirtine.

Mîranî destnîşan kir: “Di hilbijartinekê de yek ji şirîkên me herî kêm kursî bi dest xwistibû, ango ew dibêjin sextekarî ye, em dibêjin na, piraniya xelkê li derdora PDKê civiyane û dengê xwe didin PDKê.”

Sekreterê Polîtburoya PDKê herwiha diyar kir: “Hinek alî tenê behsa me dikin, ango em di tiştên baş û xirab de ku me kirine, em bi tenê ne, gelo ew bi xwe? Zehmet nebe êdî dev ji hev berdin, li şûna ku bi xirabî behsa hev bikin, behsa başiyên do û îro û pêşhateyên sibe derxin holê.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Viyan Dexîl: Heta niha ti nîşanek ji 3500 revandiyên êzîdî nehatiye dîtin!

Lalish Duhok

Holandayê piştevaniya xwe ya ji bo hêzên Pêşmerge dubare ragehand

Lalish Duhok

Welatiyê Cindirêsê: Mala min du caran xera bû, cara sêyem jî Xwedê xera kir

Lalish Duhok