شبكة لالش الاعلامية

Mihemed Helbûsî careke din bû Serokê Parlementoya Iraqê

Mihemed Helbûsî careke din bû Serokê Parlementoya Iraqê

BasNews– Mihemed Helbûsî berbijêrê hevbeş ê partî û aliyên Sunnî yên Iraqê, di yekem civîna gera 5an a parlamentoya Iraqê wek Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin.

Piştî derbasbûna 3 mehan di ser hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê re ku di 10ê Cotmeha 2021an de hat lidarxistin, îro Yekşembî 9ê Çileya 2022an yekemîn civîna parlamentoyê li Bexdayê hat sazkirin.

Parlamenterên beşdarî rûniştinê bûn, destpêkê sonda qanûnî xwarin û piştre deriyê xwekandîdkirinê ji bo hilbijartina Serokê Parlamentoyê hat vekirin û Mihemed Helbûsî û Mehmûs Meşhedanî xwe ji bo wê postê berbijêr kirin.

Ji 329 parlamenterên Iraqê, 228 kes di dengdana ji bo hilbijartina serokê parlamentoyê de beşdar bûn û Serokê Partiya Teqedum a Sunnî Mihemed Helbûsî bi bidestxistina 200 dengan wek serokê xûla pêncem a parlamentoya Iraqê hat hilbijartin.

Mihemed Helbûsî di xûla çarem de jî serokatiya parlamentoya Iraqê dikir û bi vî awayî dibe yekem kes piştî sala 2003 ku bo du caran wek Serokê Parlamentoya Iraqê tê hilbijartin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Mîr Tehsîn Beg wesiyet kiribû ku ew di bexçê mala wî de bê veşartin

Lalish Duhok

Bingehê Laliş peyameke serexoşiyê bo wexera dawya nvîser û vekolerê êzdî belavkir

Lalish Duhok

Amerîka pesna rola Herêma Kurdistanê ya di şerê DAIŞê de dike

Lalish Duhok