Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li desteya serokatiya parlementoya Iraqê kir
BasNews – Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Desteya Serokatiya Parlementoya Iraqê kir û hêviya xwe derbirî ku ev hilbijartin bibe destpêka proseyeke siyasî ya dirust û Iraqê ber bi qonaxeke nû ve bibe.
Roja Yekşemê, 09/01/2022, li parlementoya Iraqê dengdan birêve çû û di encamê de Mihemed Helbûsî careke din wek Serokê Parlementoyê hat hilbijartin. Hakim Zamlî wek Cîgirê Yekem û Şaxewan Ebdullah jî wek Cîgirê Duyem ê Serokê Parlementoyê hatin hilbijartin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 10/01/2022, bi boneya hilbijartina Desteya Serokatiya Parlementoya Iraqê peyamek belav kir û pîrozbahî li Serokê Parlementoyê û herdu cîgirên wî kir û hêviya serkeftinê bo wan xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha hêviya xwe derbirî, “hilbijartina Desteya Serokatiya Parlementoya Iraqê bibe destpêka proseyeke siyasî ya dirust li welat ku komkera hemû hêz, alî û pêkhateyên welat be û Iraqê ber bi qonaxeke nû ya aramî, seqamgiriya siyasî û karkirina bi hev re araste bike, ji bo xizmetkirina zêdetir û niha û pêşerojeke baştir bo welatiyan.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî