شبكة لالش الاعلامية

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber cejna Qurbanê peyameka pîrozbahiyê belav kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber cejna Qurbanê peyameka pîrozbahiyê belav kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber hatina cejna Qurbanê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

Bi helkeft hatina cejna pîroz ya Qurbanê, gemtirîn pîrozbahî arasteyî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê û bi pêşmergeyên qehreman, hêzên asayişa navxwe û malbatên serbilind yên şehîdan û enfalkiriyan dikim.

Ez hêvîdar im rojên cejnê bi şahî û asûdeyî derbas bibin.

Li gorî amarên wezareta tenduristiyê, mixabin rêjeya pêketina bi Koronayê di van rojan de zêde bûye, ji ber wê jî ez daxwaz ji welatiyan dikim şîretên xweparêzî û tedbîrên tenduristiyê bicîh bînin.

Cejna we pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze.

Sibê (9 Tîrmehê) cejna Qurbanê ye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Li Herêma Kurdistanê 7 kesên din bi Koronayê mirin

Lalish Duhok

Erebên Mûsilê dixwazin tevlî Herêma Kurdistanê bibin

Lalish Duhok

Wezareta Tendirustiyê: 2.178 kesên din bi Koronayê ketine

Lalish Duhok