شبكة لالش الاعلامية

Nêçîrvan Barzanî Roja Niştimanî ya Fransayê pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî Roja Niştimanî ya Fransayê pîroz kir

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Roja Niştimanî ya Fransayê li serok û gelê Fransayê kir û pabendbûna Herêma Kurdistanê bi zêdetir bihêzkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Parîsê car din anî ziman.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand: “Bi boneya Roja Niştimanî ya Fransayê, ez pîrzobahiyên herî germ li Serok Macron û gelê Fransayê dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Ez pabendbûna xwe ji bo zêdetir bihêzkirina dostanî û hevbeşiya me ligel Fransa car din tînim ziman. Roja Niştimanî ya Fransayê pîroz be.”

Vê êvarê 14ê Tîrmeha 2022yan bi amadebûna Serok Barzanî pîrozbahiya Roja Niştimanî ya Fransayê li Hewlêrê hat lidarxistin.

Konsulê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê Olivier Decottignies di axaftina xwe de cejna netewî ya welatê xwe pîroz kir û got: “Bijî dostaniya Fransî û Kurdan.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

xoleka rojnamevanî bo berpirsên ragehandina tayî û nvîsîngehên Laliş hatli dar xistin.

Lalish Duhok

Xelkê Şingalê hewlên xwe bo derxistina PKKê ji Şingalê xurt dikin

Lalish Duhok

YNK civîna bi dirûşma ‘Nûbûn û Çaksazî’ li dar dixe

Lalish Duhok