شبكة لالش الاعلامية

Keçeke Êzidî ji Kampa Holê hat rizgarkirin

Keçeke Êzidî ji Kampa Holê hat rizgarkirin

BasNews – Keçeke Êzidî ya bi navê Firyal Xidir ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve di dema dagîrkirina Şingalê de hatibû revandin, ji Kampa Holê hat rizgarkirin û bi xizmên xwe şad dibe.
Roja Sêşemê 19ê Îlona 2023an, Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, keça Êzidî Firyal Xidir piştî neh salan ji revandina ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, li Kampa Holê hatiye dîtin û hatiye rizgarkirin.
Ji ber êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê di 3ê Tebaxa 2014an, zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatine kuştin û nêzîkî 2745 zarok jî bê dê û bav mane. Herwiha ji ber êrîşan zêdetirî 325 hezar Êzîdî koçber bûne.
Li gor amarên dawî yên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzîdî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 135 hezar û 860 Kurdên Êzîdî koçberî Herêma Kurdistanê bûne, 189 hezar û 337 kes jî koçberî navçeyên cuda ên Başûrê Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bûne.
Li gor amarên dawî yên ku Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzîdî ku di meha Hezîranê de belav kiriye, 6 hezar û 417 Kurdên Êzîdî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine revandin, ku heta niha 3 hezar û 458 kes ji wan hatine rizgarkirin.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Bedirxanî û Çapemeniya Kurdî, Wek Nimûne Rojnameya Stêr

Lalish Duhok

DUHOK – Hejmara kesên di rûbaran de xeniqîn bûne 11

Lalish Duhok

Sê qutabîyên Êzidî bawernamên Masterê bi dest xove anîn

Lalish Duhok