شبكة لالش الاعلامية

Droneke Tirkiyê bajarê Qamişlo bombebaran kir

Droneke Tirkiyê bajarê Qamişlo bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke artêşa Tirkiyê nava bajarê Qamişlo bombebaran kir û li gor zanyariyên destpêkê, di êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Jêderekî ji Qamişlo ji K24ê re ragihand, droneke artêşa Tirkiyê otomobîlek li nêzîkî nexweşxaneya Jiyan a taybet bi Covîd 19 a li Qamişlo bombebaran kir.

Li gorî zanayariyên wî jêderî, di êrîşê de 2 endamên hêza Erkê Xweparastinê hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Ev yek di demekê de ye, hêzên Tirkiyê îro xaleke rêjîma Sûriyê li nêzîkî Amûdê û gundên Til Hemdûn, Cirnik, Xerza û Xanka yên ser bi Amûdê ve û nahiya Ebû Rasên topbaran kiribûn.

Di dema dawî de, ligel zêdebûna gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, êrîşên asmanî yên bi riya dronan li ser Rojavayê Kurdistanê û hermên di bin kontrola HSDê de zêde bûne.

Droneke Tirkiyê pêr jî otomobîlek di nava Qamişlo bombebaran kiribû û di encamê de 4 kes hatin kuştin ku ji nava wan de 2 zarok bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Konfiransa Jînosayîda Şingal li M.Ê.Oldenburg bi rêve çû

Lalish Duhok

Sazeya Dak piroseya aştyê di nava kempan de belav di ke

Lalish Duhok

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Mîrê Nû yê Êzidiyan kir

Lalish Duhok